Li hemberî malbateke Kurd êrîşa nijadperest

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Denizliyê malbateke Kurd, rastî êrîşa komeke nijadperest hat. Hat ragihandin ku nijadperestekî bi gotina, “Çi karê kurdan li vê taxê heye? Ez ê we bikujim” êrîş biriye ser malbatê. Her wiha Walîtîya Denizliyê jî dibêje êrîş ji ber ‘Alkolê’ çêbûye.

Hat dîyarkirin ku, li Taxa Încîlîpinar Încîlîpinar a navçeya Pamukkale ya Denîzliyê hin kesên nijadperest êrîş birine ser malbateke Kurd.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kesê bi navê Hasan Akin di seatên serê sibê de hate ber deriyê malbateke Kurd û bi dasê êrîş kiriye deriyê malbatê. Êrîşkar Akin, di vê navberê de bi gotinên “Çi karê kurdan li vê taxê heye? Ez ê we bikujim” heqeret li malbatê kiriye û pişt re jî paceyên malbatê şikandiye.

Dema ku malbat polîsan agahdar dike, hêzên ewlehiyê hatine ber malê. Hat diyarkirin ku di vî wextî de êrîşkar ba dû hevalên xwe yên din jî kiriye û hewl dane têkevin mala malbatê.

‘Polîsan mudaxale li malbatê kiriye’

Tevî ku polîs hatin cihê bûyerê, mexdûran bertek nîşanê êrîşkaran da. Polîsan bi bombeyên xazê êrişî malbatê kir û 2 jin derb kirin. Polîsan 3 êrişkar û 3 endamên malbatê binçav kirin. Endamên malbatê di nezaretxaneyê de û êrişkar jî li baxçeyê midûriyeta ewlekariyê hatin sekinandin.

‘Kurdiniyê têkilî vê meseleyê nekin’

Demek piştre îfadeyên endamên malbatê hatin girtin. Malbatê da zanîn ku ji ber Kurdbûna xwe rastî êrişa nîjadperest hatine û dîmenên vê êrişê jî di destê wan de hene. Di vê navberê de polîsan ji endamên malbatê re got; “Kurdîniyê têkilî vê meseleyê nekin, çi eleqeya wê heye.” Polîsan, îfadeyên endamên malbatê ku digotin ji ber Kurdbûna xwe rastî êrişa nîjadperest hatine derbasî girtekan nekirin.

 ‘Êrîşkar serbest hatin berdan’

Piştî kar û barên îfadeyê jî hem endamên malbata rastî êrişê hatî û hem jî êrişkar hatin berdan.

Malbak ji Manîsayê hatiye vir

Endamên malbatê ku par ji Manîsayê derbasî Denîzliyê bûne û nexwestin ji ber ewlehiyê navên xwe aşkera bikin, diyar kirin ku ji ber kurdbûna wan şêniyên taxê wan li wê derê naxwazin û her tim rastî zextan tên. Malbatê, da zanîn ku ew êrişkaran nas nakin û beriya niha jî rastî êrişeke wiha nehatine.

Daxuyaniya Walîtiya Denizliyê

Li aliyê din Walîtiya Denizliyê li ser Twîtterê têkildarî bûyerê daxuyaniyek weşand.

Walitiyê, di daxuyaniya xwe de îdîayên ‘Êrîşa nijadperest’ derewandiye û dibêje “Bûyer, ji ber alkolê û çêrdayînê” derketiye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî malbateke Kurd êrîşa nijadperest

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *