1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li herema Serhedê reya 687 gundan ji ber berfê hatiye girtin

Li herema Serhedê reya 687 gundan ji ber berfê hatiye girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tevî ku meha Adarê diqede, li herema Serhedê hej jî berf, bager û seqem didome. Barina berfê hima bêje li tevahiya heremê bi bandore. Hate ragihandin ku li heremê heta niha reya 687 gundan ji ber berfê hatiye girtin.

Li gor agahiyên Miduriyeta Meteorolojiyê hatine wergirtin, li herema Serhedê gelek rêyên gundan ji ber berfê li çûn hatine re hatine girtin.

Li herema Serhedê reya 687 gundan ji ber berfê hatiye girtin - WhatsApp Image 2022 03 20 at 12.19.17

Şevêdin vir ve li heremê bê navber berf dibare. Barîna berfê bandorek neyînî li ser jiyana welatiyan dike.

Li Wanê, 318, Qersê 173 û Colemêrgê 196 bi giştî 687 rêyên gundan heta niha ji ber berfê hatine girtin.

Hate ragihandin ku li Erdexanê jî ji ber berf û bahozê li derbasoka Sahayarayê gelek wesayît asê man.  

Li herema Serhedê reya 687 gundan ji ber berfê hatiye girtin - WhatsApp Image 2022 03 20 at 12.21.02

Jibo ku rê bêne vekirin, ekîbên têkoşîna berfê xebat dane destpê kirin.

Bi aliyê din Midûriyeta Meteorolojiyê li heremê jiber barîna berfê ya zêde hişyariya aşût û bahozê da.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li herema Serhedê reya 687 gundan ji ber berfê hatiye girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *