Li Îranê di nava mehekê de nêzî 400 kes hatine girtin

featured
WÊNE: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xwepêşandanên li Îranê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” berdewam dikin. Hat ragihandin ku li vî welatî di nava meheke dawî de nêzî 400 kes hatine girtin.

Piştî kuştina jina Kurd Jîna Mehsa Amînî, li Îranê di 16’ê îlona 2022’yan de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” xwepêşandanan dest pê kir û xwepêşandan bênavber berdewam dikin. Daraza rejîma Îranê jî zextên li ser aktîvîstan, rojnamevanan û aliyên muxalîf û kesên xwedî bawerî û netewên cuda zêde kiriye.

Li gorî çavkaniyên mafên mirovan ên Îranê, tenê di mehek dawî de li eyaletên Sistan û Belucistanê 367 welatiyên Kurd û Belucî hatine girtin.

Hat diyarkirin ji girtiyan ên navê wan eşkere bûye 12 heb jin in. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê di nava mehekê de nêzî 400 kes hatine girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *