Li Îranê kolbereke Kurd hat qetilkirin

featured
Rizgar Mihemedzade
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li bajarê Sînê kolbereke Kurd di encama êrîşa hêzên Îranê de hate qetilkirin.

Li gor agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, bûyer li ser sînorê navçeya Bane ya bi ser bajarê Sîne ya Îranê qewimî. Di encama êrîşa hezên Komara Îslamî ya Îranê de kolberê bi navê Rizgar Mihemedzade yê 40 salî hate kuştin.

Hat destnîşankirin ku leşkerên Îranê ‘Rasterast’ gule berdane ser Mihemedzade yê bavê du zarokan û wî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê kolberê Kurd, ji aliyê welatiyan ve bo Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Baneyê hatiye veguhastin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê kolbereke Kurd hat qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *