Li Îranê siyasetmedarek bi îşkenceyê hate qetilkirin

featured
Siyasetmedar Payman Galvanî
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Siyasetmedar Payman Galvanî li Navenda Desteserkirinê ya Îdareya Îstixbaratê ya Urmiyeyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Siyasetmedar Payman Galvanî yê 24 salî, ku di 25’ê Hezîranê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû desteserkirin, di hucreyeke yekkesî ya li Navenda Desteserkirinê ya Daîreya Îstixbaratê ya Urmiyeyê bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dema desteserkirinê de nehatiye hiştin ku Galvanî hevdîtinê bi malbata xwe re bike.

Hêjayî bibîrxistinêye ku, li gundê Pasavî yê bajarê Pîranşarê siyasetmedar Mûsa Esmaîlî ê 35 salî jî di 8’ê Tîrmehê de ji ber îşkenceyê, li Daîreya Îstixbaratê ya Urmiyeyê hatibû qetilkirin. Esmaîlî di 7’ê Gulanê de ji ber xebatên xwe yên siyasî hatibû binçavkirin û paşê hevdîtin bi malbata xwe û parêzerên xwe re kiribû. Rejîmê nehiştibû ji bo Esmaîliyê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin li mizgeftê merasîma cenaze bê lidarxistin.

Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di 6 mehên ewil ên meha 2023’yan de ji aliyê rejîma Îranê ve 13 jê kurd 20 girtî li girtîgehê bi îşkenceyê Hatine qetilkirin. Her wiha li gor Hengawê ji sala 2020’an heya niha li anvendên îstixbaratê yên rejîmê herî kêm 20 kurd hatine qetilkirin. 

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê siyasetmedarek bi îşkenceyê hate qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *