Li Kerkûkê 13 partiyan bo hilbijartinê tifaq ava kirin

featured
ARŞîV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

13 partiyên siyasî bo hilbijartinên xwecihî yên bo herêmên bi nakok, tifaqek ava kirin. Ji bilî PDK û Yekgirtûya Îslamî, partiyên sereke di nava vê tifaqê de cih girtine.

Li Kerkûkê 13 partiyên siyasî yên Kurdan, ji bo beşdarbûna hilbijartinên encûmenên bajarê Iraqê ên li herêmên bi nakok (herêmên dikevin madeya 140), tifaqek berfireh ragihandin û daxwaz ji partiyên din jî kirin ku beşdarî tifaqê bibin da ku piraniya dengan ji bo Kurdan bidestbixin.

Bi daxuyaniyekê hate diyarkirin ku her 13 aliyên siyasî li baregeha Hizba Komînîst a Kurdistanê li ser vexwendina Lijneya Karên Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civînek li dar xistin e.

Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de hemû partiyan biryar da ku lîsteyek berfireh a Kurdistanê li herêmên bi nakok pêkbînin û bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encûmenên bajaran bibin.

Heman demê de beşdarvanên hevpeymanê bang li partiyên din ên Kurd kirin ku di zûtirîn dem de lîsteyekê pêk bînin û beşdarî wan bibin da ku bikarin di hilbijartinên xwecihî yên Iraqê de piraniya dengan bidestbixin û mafê Kurdan biparêzin.

Di nava tifaqê de ji aliyên sereke Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Dadgerî, Hizba Komînîst, Partiya Sosyalîst û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê cih digire. Lê PDK û Yekgirtûya Îslamî di tifaqê de cih negirtiye.

Partiyên ku beşdarî tifaqê bûne ev in:

Tevgera Goran, Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistan, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Partiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, Partiya Gelê Turkmen, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê / Rêveberiya Demkî, Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê, Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Kerkûkê 13 partiyan bo hilbijartinê tifaq ava kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *