Helbestvanê Kurd Mehmûd Sebrî koça dawî kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Helbestvan û nivîskarê Kurd ê Bakûrê Suriyeyê, Mehmûd Mela Sebrî ku wek “Evîndarê Xemgîn” dihat naskirin, li bajarê Hesekê koça dawî kir.

Li gor zanyariyan, Helbestvan û nivîskarê Kurd Mehmûd Mela Sebrî 18’ê Tîrmehê roja Sêşemê, di 87 saliya xwe de li bajarê Hesekê koça dawî kir.

Mehmûd Sebrî, bi zimanê Kurdî dinivîsand û gelek berhemên wî di warên helbest û lêkolînan de hene.

Mehmûd Sebrî sala 1937’an li gundê Çetela Kîkan ê ser bi navçeya Dirbêsiyê ji dayik bûye.

Bêyî ku here dibistanê, sala 1961’an bawernameya qonaxa navendî wergirt, di 1965’an de bawernameya lîseyê wergirt. Sala 1966’an, Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Şamê qedand û di 1970’an de ji Zanîngeha Şamê bawernameya lîsansê ya Beşa Mafnasî û Yasayê wergirt.

Mehmûd Sebrî di 1971’an de, li Peymangeha Plandanînê ya Neteweyên Yekbûyî dest bi xwendina Dîploma Geşepêdana Aborî û Civakî kir û sala 1972’yan bawernameya wê wergirt.

Zêdetir ji 10 pirtûkên wî yên çapkirî hene. Ji wan: Nigarên Kul û Derdên Jiyanê (Helbest), Nerînek di Terazûya Ristên Kurdî de (lêkolîn), Geştek li Nav Baxê Ristên Cizîrî (Beşên1-2) (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Helbestvanê Kurd Mehmûd Sebrî koça dawî kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *