Li Meletî û Hatayê erdej

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

AFAD’ê ragihand ku li Meletî û Hatayê bi hêza 4.7, 4.5 û 4.4 pile 3 erdhej çêbûn e. Erdej li bajarên derdorê jî hate hîskirin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), ragihand ku vê sibê saet di 04.34’an de bi hêza 4.7 pile li bajarokê Şîro ya bi ser Meletî erdhej çêbûye.

Li gor AFAD’ê, erdhej di kûrahiya 10.02 kîlometreyan de çêbûye û li bajarên derdorê jî hatiye hîskirin. AFADê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ti zerarên canî nebûne û tîmên tespîkirinê li herêmê xebatên xwe didomînin.

Lê Rasathaneya Kandîllî dibêje, hêza erdhejê 4.8 pile û bi kûrahiya 2.4 kîlometre bin erdê bûye. Piştî wê erdhejê, saet di 05:13’an de li heman bajarokê Meletiyê erdhejeke din a bi hêza 4.5 pile û di kûrahiya 8 kîlometreyan de çêbû.

AFAD’ê diyar kir ku erdheja sêyem saet di 05:23’an de bi hêza 4.4 pile û di kûrahiya 11.52 kîlometreyan de li bajarokê Hassa ya bi ser Hatayê çêbûye.

Hêjayî bibîrxistinêye ku di 6’ê Sibatê de, li Mereşê bi hêza 7.7 û 7.6 pile du erdhej çûbûbûn û li 11 bajaran bûbû sedema wêraniyek mezin. Piştî wan erdhejan heta niha nêzîka 15 hezar paşlerze jî çêbûne.

Li gor daneyên fermî, ji ber erdhejên Mereşê heta niha nêzîka 48 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha bi sedhezaran avahî jî hilweşiyane. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Meletî û Hatayê erdej

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *