Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: Kesek hate kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mêrdînê di encama erîşeke çekdarî de kesek hate kuştin û zarokek jî bîrindar bû.

Li Qada Azadiyê ya li Taxa Yenî ya navçeya Qoser a Mêrdînê duh bi şev li dijî welatiyê bi navê Necmettîn Atiz ji aliyê kesekî an jî hin kesên nasnameya wan nediyar ve êrişeke çekdarî pêk hat. De encama êrîşê de Atîz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha zarokek jî ku li heman cihî bû, ji lingê xwe birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê yên li ser dengê çekan sewqî cihê bûyerê hatin kirin, zarokê birîndar birin nexweşxaneyê.

Cenazeyê Atiz ji bo kirariyên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: Kesek hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *