Li Mêrdînê trafoya elektrîkê teqîya

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, trafoya elektrîkê ku li kêlaka nexweşxaneyeke taybet bû, teqiya. Ji ber şewat û dûmanê hejmarek nexweşên di nexweşxaneyê de ji nexweşxaneyeke din re hatin veguhestin.

Li gor agahiyan, trafoya elektrîkê ya li kêleka nexweşxaneyek taybet a li taxa 13’ê  Adarê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê, teqiya.

Piştû bûher hat bihistin, ekîbên vemirandinê tevî polîs û ekîbên tenduristiyê çûn cihê teqîne.

Di encama agir de dûman li nav nexweşxaneyê belav bû. 30 jê zarokên biçuk nêzîkî 100 nexweşên li nexweşxaneyê bi ambulansan bo nexweşxaneyên cuda yên Mêrdîn û bajarên derdorê hatin veguhestin.

Walî hat cihê bûyerê

Di vê navberê de Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş jî hat cihê bûyerê û ji karbidestan agahî wergirtin.

Walî Demirtaş got: “Me 100 nexweşên xwe bi ambulansan bo nexweşxaneyên Mêrdînê û bajarên derdorê veguhestin. Spas ji Xwedê re pirsgirêkeke cidî nîne. Em kêfxweş in ku ti nexweşekî me canê xwe jidest neda.”

Derbarê sedema teqîna trafoyê de tu agahî nehatine dayîn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrdînê trafoya elektrîkê teqîya

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *