Li Wanê çalakiya çavdêriya asîman

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Artemêt a Wanê bi armanca çavdêrkirina asîman û gersitêrkan çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî tevlibûna bi hejmarek zêde hezkiriyên astronomî û merakdarên asîman birêve çû.

Li Wanê çalakiya çavdêriya asîman - Li Wane calakiya cavderiya asiman

Çalakiya çavdêrkirina asîman û şopandina gerstêrkan Parka Fidanlık a li qerexa Gola Wanê ya li navçeya Artemêtê hate lidarxistin. Nêzî 10 hezar heskiriyên astronomî û merakdarên fezayê li vir bi teleskoban temaşeyî asîman û gersitêrkan kirin. Her wiha pisporên fezayê jî derbarê mijarê de agahî dan beşdaran. Çalakila ku bi pêşengîya Wezareta Teknolojî û Pêşesaziyê, Wezereta Çand û Geştiyarî û Wezareta Werziş  û Ciwanan hatiye lidarxasitin, di  3’ê Tîrmehê de detspê kir û 5’ê Tîrmehê de jî bi dawî bû.

Li Wanê çalakiya çavdêriya asîman - Li Wane calakiya cavderiya asiman 3

Welatiyan bi teleskoban asîman temaşe kirin

Di çarçoeveya çalakiyê de li 5 wêstgehên cuda ji bo  30 teleskop hatin danîn.  Çalakî bi şev jî berdewam bû.  Beşek ji çalakvan li vê parkê  konên xwe   vedan û bi şev jî çavdêriya cîsmên asmanî kirin.  ji her temenî xelk beşdarî çalakiyê bûn. Bi taybet hejmareke zêde ya zarokên parêzgehê   ligel malbatên xwe di çalakiyê de amade bûn û bi şev li dîmenê hîvê û stêrkan nêrîn.  Ew kêfxweş in ku yekem car e çalakiyeke bi vî rengî li Wanê tê kirin.

Li Wanê çalakiya çavdêriya asîman - Li Wane calakiya cavderiya asiman2 1

Ev çalakî sala derbasbûyî yekem car li bajêrê Amedê hat destpêkirin û îsal jî piştî Amed û Wanê, li bendê ye di navbera 22 û 24’ê Tîrmehê de li Bajarê Erzeromê û di navbera 18 û 21’ê Tebaxê de jî li Antalyayê bê  lidarxistin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê çalakiya çavdêriya asîman

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *