Li Mêrsînê 11 welatî hatin desteserkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mêrsînê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” 11 welatî di encama serdagirtina malan de hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de polîsan li bajêr bi ser gelek malan de hate girt.

Hat ragihandin ku serdozgeriyê lêpirsîn bi îdîaya ku van kesan di pîrozbahiyên Newroza de “Propagandaya rêxistinê kirine” daye destpêkirin.

Hat hînbûn ku dozgeriyê bi îdîayê derbarê welatiyên bi navê A.R., A.B., F.B., N.A., Z.A., N.E., R.A., R.B., Z.A., K.H., A.H., M.A., M.H. û A.A.A. de biryara desteserkirinê daye.

Di vê çarçoveyê de polîsan vê sibê bi ser gelek malan de girtin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di dema serdegirtinên malan de polîsan deriyên malan şikandin û di malan de lêgerîn pêkanîn. Di encama serdegirtinan de 11 kes bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin desteserkirin û ew birin Midûriyeta Ewlekariyê ya Mêrsînê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrsînê 11 welatî hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *