Li Qersê 19 koçber hatin desteserkirin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Qersê 19 koçber hatin desteserkirin. Her wiha 2 kes jî bi îdîaya qaçaxçitiya koçberan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Qersê, di encama hin operasyonên ku li gelek deverên bajêr hatine lidarxistin de, 19 koçberên ji Efxanîstanê hatine desteserkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di çarçoveya heman operasyonan de kesên bi navê U.O. ê 36 salî û M.K. yê 37 salî bi îdîaya ku qaçaxçitiya koçberan dikin hatine desteserkirin.

U.O. û M.K. piştî ku li Midûriyeta Ewlekariyê îfadeyên wan hatin wergirtin, derketin pêşberî dadgehê.

Di encma darizandinê de her dû kes bi heman hincetê hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Hat ragihandin ku piştî kar û barên yasayî koçberên hatine desteserkirin jî wê bên dersînorkirin. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Qersê 19 koçber hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *