Li Rihayê du zarok di qanala avê de xeniqîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Xelîliyê ya Riha ji sê zarokên ku ketîn qenala avê, du ji wan yên birayê hev xeniqîn.

Li gor nûçeya Rûdawê, bûyer li taxa Karşiyaka ya bi ser navçeya Xelîliye ya Rihayê rû da. Zarokên bi navê Yusuf yê 12 salî û Îbrahîm B: yê 10 salî û zarokeke din ê ku navê wî nehatiye zanîn, dema ku li derdora qanala avdaniyê dilîstin, ketin qanalê.

Piştî agahdarkirinê polîs û tîmên hewarçûyînê hatin cihê bûyerê û tevî niştecihên taxê dest bi lêgerîna zarokan hate kirin.

Di encama xebatan de welatiyan karî ku zarokekî ji avê derxin, lê her du zarokê din li ber avê çûn.

Zarokên bi navê Yusuf û Îbrahîm ên ku birayê hevin, piştî demekê ji aliyê ekîbên lêgerîna binavê ya Midûriyeta Ewlekariyê ve hatin dîtin.

Her du zarok rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan ya Rihayê.

Lê mixabin tevî hemû mudaxaleyan her du zarok nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyê zarokan bo otopsiyê rakirin Saziya Tip a Edlî ya Rihayê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Rihayê du zarok di qanala avê de xeniqîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *