Li Rihayê sê bira şer kirin: Birayek hat kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Karakopru ya Rihayê, sê birayan ji ber pirsgirêka erd şer kirin û di encamê de birayek hat kuştin û du bira jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan şevêdin li Taxa Maşûqê ya Karakopru ya bi ser Rihayê, her sê birayên bi navên F.Ş., E.Ş. û Î.Ş. ji ber pirsgirêka erd bi çekê şer kirin.

Di encama şer de, her sê birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û ewlekariyê hatin cihê bûyerê.

F.Ş. û E.Ş. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda hatin veguhestin û Î.Ş. jî bi mînîbusekê ji cihê bûyerê reviya û li Kolana Ataturk li mînîbuseke din da û rawestiya.

Li ser agahdarkirinê ew jî bo nexweşxaneyeke taybet hat veguhestin. Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê birîndarê bi navê E.Ş. nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Rihayê sê bira şer kirin: Birayek hat kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *