Li Silêmaniyê qezaya trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Bajarê Silêmaniyê di encama qezayeke trafîkê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan qeza li nêzîk Çemê Tancero yê li ser sînorê Silêmaniyê yê Herema Kurdistana Federal a Iraqê çûbû. Hat ragihandin ku pîkabek û kamyonek li hev qelibîne û çar kesên di pîkabê de jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberê Hawarhatina Bilez a Silêmaniyê Saman Nadir derbarê bûyerê de daşuyaniyek da. Nadir di daxuyaniya xwe de got, “Di bûyereke trafîkê de li nêzîk Çemê Tancero li sînorê Silêmaniyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Li gor zanyariyan, tiştek bi şofêrê kamyonê nehatiye.

Heta niha nasnameya qurbaniyên bûyerê nehatiye aşkerekirin.

Polîs çûne cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Li gor amarên fermî yên Polîsê Trafîkê yê Herêma Kurdistanê, sala bihorî 3 hezar û 706 bûyerên trafîkê li Herêma Kurdistanê çêbûne û di encam de 445 kesan jiyana xwe ji dest dane, 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Silêmaniyê qezaya trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *