Li Sûdanê 190 zarok hatine kuştin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

UNICEF’ê diyar kiriye, li Sudanê ku ev demeke şer û pevçûn berdewam dikin, heta niha 190 hatine kuştin û hezar û 700 zarok jî birîndar bûne.

Rêvebera Bicihanînê (Icrayê) ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kiriye li Sûdanê ji destpêka şer û pevçûnên heta niha 190 zarok hatine kuştin û hezar 700 jî birîndar bûne.

Russellê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kiriye ku wek her pevçûnê di nav kesên ku herî zêde mexdûr dibin jî zarok in û ji bo parastina wan divê hemû xebat bên kirin.

Russellê bang li hemû aliyan kiriye ku erkên xwe yên li gorî yasayên mirovî yên navneteweyî bi cih bînin û ewlehiya zarokan biparêzin û wiha got: “Rewşa Sûdanê xirab e û zarok bi canê xwe berdêla vê yekê didin. Divê pevçûn ji bo zarokan raweste.”

Bi berdewamî Russell amaje bi wê yekê jî kiriye ku divê alî êrişên li ser tesîsên tibî, dibistan, avahî û binesaziyên din rawestînin.

Russell heri weha destnîşan kiriye ku tesîsên UNICEF’ê yên li Sûdanê zirar dîtine û çavkaniyên wan hatine talankirin ku vê rewşê bandoreke neyînî ya cidî li xebatên alîkariyê kiriye.

Russell di dawiyê de ev tişt gotine: “Di heman demê de UNICEF banga çareseriyeke siyasî ya demdirêj ji krîzê re dike da ku zarokên li Sûdanê di nava aştiyê de mezin bibin û bi hêvî li pêşerojê binêrin.” (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Sûdanê 190 zarok hatine kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *