1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Sûriyê herî kêm 427 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane

Li Sûriyê herî kêm 427 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane

featured
WÊNE AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji ber erdeheja bi pîleya 7,7 ku li navçeya Bazarcix ya Girgumê (Mereş) rû dabû û li gelek deveran tesîr kiribû, li Suriyeyê jî bûye sedema hilweşandinê. Di encama erdhejê de li Sûriyeyê heta niha herî kêm 427 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Erdheja ku navenda wê Pazarcixa Mereşê ye û bi pileya 7,7ê pêk hatiye, bandor li Sûriyeyê û Rojavayê jî bûye. Di encama erdhejê de li bajarê Îdlib û Ezazê yên Sûriyeyê, bi kêmanî 427 kes mirine. Bi sedan kes jî birîndar bûne.

Li bajarokê Armanazê yê Idlibê avahiyek rûxiyaye. Tîmên parastina sivîlan û niştecihên herêmê dest bi rizgarkirina wan kesan kirine ku di bin avahiyê de mane.

Wezareta Berevaniya Sûriyeyê diyar kiriye ku wan hemû sazî, rêxistin û yekîneyên walîtiyan ji bo rizgarkirina kesan, alîkariya lezgîn, dermankirina birîndaran seferber kiriye.

Bandora erdhejê li Efrînê, bajarê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bajarên Sûriyeyê Idlib, Heleb, Hema, Lazkiye û Reqayê jî bûye.

Her weha li Herêma Kurdistanê ya Iraqê jî û Iraqê jî erd hejiyaye. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Sûriyê herî kêm 427 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *