1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Suriyeyê hezar 444 kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane

Li Suriyeyê hezar 444 kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane

featured
WÊNE BİANET
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji ber erdheja ku duh (6ê Sibatê) bi pileya 7.7ê li navçeya Bazarcixê û bi pileya 7,6ê li navçeya Elbîstanê ya Mereşê pêk hatine, li Sûriyeyê û Bakûrê Sûriyeyê hezar û 444 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ku ajansa Reutersê ji rayedarên hikûmeta Şamê û tîmên rizgarkirinê yên rojavayê bakurê Sûriyeyê wergirtine, ji ber erdhejê li Sûriyeyê û Bakûrê Suriyeyê heta niha bi kêmanî hezar û 444 kes mirine. Her weha nêzîkî 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de gotiye ku 711 kes mirine. Li rojavayê bakurê welêt jî 733 kes mirine

Li gorî zanyariyan li Bakurê Sûriyeyê erdhejê bandor li Efrîn, Kobanî, Qamişlo û Hesekeyê, li Sûriyeyê jî li Şam, Idlib, Heleb, Hema, Lazkiye, Tartûs û Reqqayê kiriye.

Li gorî heman zanyariyan li navenda bajarê Efrînê nêzîkî 30 avahî rûxiyane û bi deha kes mirine. Dîsa li herêma Pîşesaziyê gelek avahî rûxiyane. Erdhejê herî zêde bandor li navçeya Cindiresê kiriye ku li vir 80 avahî rûxiyane û bi dehan kes di bin kavilan de mane.

Li Idlib, Ezez û Efrînê bi kêmanî 450 kes mirine

Alîkarê Midûrê Berevaniya Sivîlan Munîr Mûstafa ji Rûdawê re gotiye ku li Idlib, Ezez û Efrînê bi kêmanî 450 kes mirine û hezar û 300 kes jî birîndar bûne. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Suriyeyê hezar 444 kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *