1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Tevahiya Tirkiyeyê îsal ji Kurdî re tenê 50 mamoste dê bên tayînkirin

Li Tevahiya Tirkiyeyê îsal ji Kurdî re tenê 50 mamoste dê bên tayînkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Perwerdehiyê lîsteya kontenjanên mamosteyan eşkere kir. Li gor lîsteyê ji bo Kurdî îsal tenê 50 kontenjan hatine veqetandin.

Ev du sal in li Tirkiyeyê ji bo dersên bijarte yên Kurdî kampanya tê meşandin. Wezareta Perwerdehiyê îsal tenê 50 mamosteyên Kurdî tayîn dike. 35 mamoste bo Kurmancî û 15 jî bo Zazakî dê bên tayînkirin. Salên derbasbûyî 2 an jî 3 mamosteyên zimanê Kurdî dihatin tayînkirin.

Saziyên Ziman ên Kurdî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesên navdar ev demek e li ser medyaya civakî bang li hikûmetê dikiririn û dixwestin beriya hilbijartinan 200 mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin.

Hêjayî gotinê ku li gor daneyên Wezareta Perwerdeyê li Tirkiyeyê, a niha 60 hezar 661 mamosteyên Zimanê Tirkî peywirê dibînin. Tevî vê yekê, biryara tayînkirina 50 mamosteyên bo Kurdî, bi şiklekî eşkere nêzîkatiya li hemberî Kurdan radixe pêş çavan. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tevahiya Tirkiyeyê îsal ji Kurdî re tenê 50 mamoste dê bên tayînkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *