1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wan û Stenbolê hemberî HDP’ê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin

Li Wan û Stenbolê hemberî HDP’ê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wan û Stenbolê hêzên ewlekariyê bi hinceta ‘Endamtiya PKK’ê’ operasyonek lidarxistin. Di encama operasyonê de li Wanê 2 û Stenbolê jî 14 kes hatin desteserkirin.

Li navçeya Erdîş ya Wanê, polîsên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de, vê sibê bi ser malên endamên HDP’ê de girtin. Di encama serdagirtina malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erdîşê Fatma Serhatli û endamê HDP’ê Îdrîs Îşleyen bi hinceta ‘Endamtiya PKK’ê’ hatin desteserkirin.

Her wiha, li Stenbolê jî bi avayekî hemwext polîsan li 10 navçeyan operasyonek lidar xistin. Li gor agahiyan, di encama van operasyonan de endam û rêveberên HDP’ê jî di nav de 14 kes hatin desteserkirin.

Hat hînbûn ku kar û barên îfadewergirtina van kesan di midûriyetên ewlekariyê de berdewam dike.

Serhat News

(lg)

Jêder: Ajansan

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wan û Stenbolê hemberî HDP’ê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *