Li Wanê, AKP bi rêya xizmetên kayuman propagandayê dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

AKP’ê, li Wane bi ser xizmetên Şaredariya Rêya Armûşê ku ji aliyê keyum ve tê rêvebirin, dest bi propagandayê kir. Hem AKP’ê, hem jî şaredariyê heman wêne parve kirine û ev xebat, wekî xizmetên xwe dane nîşandan.

Şaredariya Rêya Armûşê bi ser hesabên xwe yên medya civakî, hin wêneyên serdana dayîk û zarokên nû hatine dinê, parve kir. Di parvekirinê de hate gotin, “Em tevî Midûriyeta me ya Xizmetên Malbat û Jinê ve, zarokên nû hatine dinê û dayîkên wan di malên wan de ziyaret dikin û Canteyên Bo Zarokan ku hindûrê wê de pediviyên zarokan yên sereke hene, diyarî wan dikin.

https://twitter.com/ipekyolubeltr/status/1565714085207052296

Piştî demek kin, Rêxistina AKP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê a Wanê heman wêne bi ser hesabên xwe yên civakî parve kir.

Saziyên cuda, heman wêne

Tevî ku şaredariyê ev parkerin kir, li ser hesaba Twitterê ya Rêxistina AKP’ê ya Rêya Armûşê, Seroka Baskê Jinan a Rexistina AKP’ê ya Rêya Armûşê Suzan Turkoglu, jî heman wêne parve kir û wekî ku çûne serdanê daye nîşandan. Piştî ku navên Serokê Rêxistina AKP’ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglu û Seroka Baskê Jinan a Bajar ya AKP’ê Havva Duran bi ser vê parvekirinê hatin diyarkirin, bertek jî zêde bûn.

https://twitter.com/IPEKYOLUAKKADIN/status/1565718144613769218

Dema ku ev parvekirin, li ser medya civakî belav bûn, bertek jî ji vê yekê re zede bûn. Gelek kesan nerazîbûnên xwe anîn ziman û bertek nîşan dan ku AKP xizmetên şaredariyan wekî xizmetên xwe rawe dike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê, AKP bi rêya xizmetên kayuman propagandayê dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *