Li Yunanîstanê du tren li hev qelibîn: 29 kes mirin

featured
Şarku'l Avsat
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Larîsa ya Yunanîstanê trena rêwiyan û ya barkêşanê li hev qelibîn û di encamê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da û 85 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê çapemeniyê yê saziya agirkujiyê Vasîlîs Vathrakoyannîs, ragihand ku di encama qezayê de 29 kesan jiyana xwe ji dest daye û 85 kes jî birîndar bûne. Vathrakoyannîs derbirî ku li cihê bûyerê xebatên rizgarkirinê jî berdewam dikin.

Şevêdin trêna rêwiyan ya ji Atînayê berbî Selanîkê ve diçû û têde 350 rêwî hebûn, bi trêna barkêşiyê ku ji Selanîkê ber bi Larîssayê ve diçû, qelibî.

Li gor nûçeya Şarku’l Avsatê ku spartiye çapemeniya Yunanîstanê, di encama qezayê de du vagonên trêna rêwiyan di nava agir de maye û hejmarek zêde rêwî di nava agir de man e.

Ji bo rizgarkirina rêwiyan tîmên agirkujiyê û tenduristiyê hatine cihê qezayê û dest bi xebatan kirine. 150 peywirdarên agirkujiyê niha hewl didin mirovan ji nava trênên ku dişewitin derxin der.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Yunanîstanê du tren li hev qelibîn: 29 kes mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *