Mehmet Gur nivîsî: Mîrê Kemençê Mirado

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

                                       “Ez ji wan gewran hez dikim lê esmerekê ez kuştime”

      Di dîroka cîvata kurdan de dengbêjî cihek cuda û girng digire. Dengbêj û dengbêjî nûnerên vegotinên  jan, êş, keser û kedera gel in. Her dengbêjekê bi şêwaz û selîqeta xwe jan, evîn û mêrxasî û îxanet vegotiye û ragihandiye nivşên nû. Kurtasî, dengbêjan dîroka me ya nehatiye nivîsin, bi hêza gotinê nivîsî ne.

    Mîrê Ribabê Mirado jî yek ji van denbêjan e Ew di sala 1943 li gundê Gera Cehfer a girêdayî navçeya Kercewsê ya Êlihê hatiye cihanê. Navê wî yê malê Murat Gezicî ye. Gel wî bi navên ‘Miradê Kinê’ û ‘Mirado’ nas dike. Navê bavê wî Ferho û navê diya wî Hediye ye. Du bira û du xwişkên wî hene. Li gorî gotegote dibêjin bapîrê wî Îsayê Kînê berî sedsalan ji Herêma Kurdistanê koçî vî alî kiriye. Malbata wî li herêma Tora Heverkarê cih bûne. Ji malbata wî hinek kes dibêjin ku bapîrên wan ji Şêngalê hatine.

      Mirado heta çarde saliya xwe di nav malbatê de dimine û piştre li gel malbata xwe koçî Navçeya Kerboran a Mêrdînê dibin. Mirado, di 20 saliya xwe de li gel dotmama xwe dizewice. Ew piştî vê zewacê, carekeden jî zewiciye. Ji zeweca xwe ya ewilî 4 kur û 4 keç hene. Ji zeweca xwe ya duyemîn kurek û keçek hene.

    Babê Mirado û apê wî Reşit hûnermendên kemençê û dengbêj bûn. Mirado di warê kemançe û dengbêjiye de gelek tişt ji bav û apê xwe hîn bûye. Apê wî Reşit pir tişt hînî Mirado kiribûn. Lê Mirado her tim bi xefî pir dixebitî. Gava derfet didît dest diavêt kemençê lêdixist û stran digotin.  Xwe ji aliyê hûnerê ve pêşdixist. Lê mamosteyên wî yên yekemîn bav û apê wî bûn. Koka hûnerê dibingeha malbata wî de hebû. Mirado gelek caran li gel bavê xwe diçû dawet û gund bi gund digeriya. Hûner ji bavê xwe digirt. Şagirtek zirek û hêja bû. Aqil û mejîyê xwe dida ser hûnara dengbêjî û kemençê.

   Rojekê Mirado li gel apê xwe Îsiv (xesûrê wî ye)bo serdana kes û karên xwe, diçe binxetê. Li Qamişloyê hemû kes û karên wî lê kom dibin. Cîvata wan mezin dibe. Cîvat Mirado mereq dike û ji apê wî dipirsin ev xort kî ye. Apê wî dibêje birazayê min e. Dibêjinê dizane kemençê bide. Apê wî dibêje şerm dike kemençê bide û strana bêje. Cîvat bela xwe li Mirado dide û wî dixin deravê tengaviyê. Mirado bêgav dimine û dest diavêje kemençê û strana Seyrê û  Elî Memed dibêje. Cîvat ji bo hûner û dengê wî matbayî û heyran diminin. Apê wî ji şaş dibe. Apê wî nizane ku Mirado veşartî dixebite û bûye hostayê kemençê , dengbêjekî hêja. Piştre ji li gel bavê xwe diçe gelek gundan û li wir stranan dibêje.  Mirado, herkes ji xwe re heyran hiştibû. Mirado piştî vê serpêhatiyê kirasê şermê diçirîne û tevli civat û dehwetan dibe. Mirado textê xwe danibû li kêlaka dengbêjên gewre. Di nav gel de hatibû nasin û hêdî hêdî navdar dibû.

  Wî di 25 saliya xwe de koçî Êlihê kiribû û li wir cih bûbû. Piştî hatiye Êlihê dengê wî li rex Mihemed Arifê Cizirî li radyoya Yêrêvanê olan dida. Navê wî li hemû herêmê belav bûbû. Êdî Mirado bi tena serê xwe diçû bajêrên mezin ên wekî Stanbol û Enqerê, li gundan digeriya û hûnera xwe di nav gel de îcra dikir. Di demeke kurt de bi tena serê xwe li gundên Êlih , Wan û Sêrtê digeriya û bi wî dengê xwe yê xweşik û tu carê detone nedibû û bi hûnera lêdana kemença xwe dilê gel fetih dikir. Destpêkê stranên berî wî hatine gotin, bi awaz û meqamê xwe gotin. Seliqeteke nû anibû hûnera dengbêjiyê. Ji aliyê gel ve hatin pejirandin û dengê wî tomarkirin teypên bi pil û belavkirin. Êdî Murat Gezicî bûbû Miradoyê gel. Herkesê ew wekî Mirado nas dikir. Navê Mirado li gel Şakiro , Mihemed Arif Cizîrî û dengbêjin mezin dihat lêvkirin.

     Mirado/Miradê Kinê wê demê bi navbeynkariya Şêx Halîl bi Wezîrê Karên Giştî yê wê demê Şerafettîn Elçî re hevdîtin kir. Balyozê Miradê Kinê li mala xwe ya li Enqereyê pêşwazî kir. Piştî hevdîtinan, Miradê Kinê birin Midûriyeta Karên Gel. Miradê Kinê li Midyadê dest bi kar dike, piştî 2 salan li Sêrtê bi cih dibe. Miradê Kinê di dema karê karmendiyê de hunera xwe jî dike. Mirade hestên erdnîgariyeke derbiderbûyî û bi êş bi berhemên xwe radixe ber çavan. Bi hilgirtina serpêhatî û hestên mirovan, hema bêje wekî hilgirê çandê tevdigere.

   Mirado bi  awaz , selîqet û kemença xwe şêwazek nû anî dengbêjî û mûzîka Kurdî. Mîrê kemençê bi deng û kemença xwe li gorî xwe şêwazek cuda di nav dengbêjiya kurdî de afirand. Mirado dengbêj , çirokbêj û stranbêj e. Li gel dengbêjên gewre yên wekî Şakiro, Tehsîn Taha û Xirapêtê Xaco kete hevrikiyê. Textê xwe yê hûneriyê di nav dengbêjan de peyt kir.  Di dengbêjiyê de sê seliqet , şêwaz û gewrî hene. Gewrîya Serhedê , gewriya Yêrêvanê û ya Botan û Behdînan. Şakiro , Xirapêtê Xaço û Tehsîn Taha û Mihemedê Arifê Cizirî nûnerên van şêwaz û awazan e.  Gewrî û şêwazê çaremîn  a denbêjiyê Mirado afirand û bû nûnerê wê.  Miradê Kînê tenê ne denbêj bû , di hemî demê de kemenançekerî hêja û pispor bû.  Denbêjî û kemençe kiribûn yek. Di hûnera xwe de şêwazek taybet li gorî xwe afirandin. Yê ew kirî denbêj û navdar kirî ev xusûsiyeta wî bû.  Demekê stranên denbêjên gewre bi şêwaz û awazê xwe gotin û li gorî şêwazê xwe şirovekirin. Lê Mirado hûnera xwe

pêşxist û bestên xwe bi xwe çêkirin û şirovekirin. Stranên wî di nav gel de belavbûn û navê wî li hemû herêmên Kurdistanê geriya.  Şêwazek hemdemî anî dengbêjiyê. Serpêhatî , kemençe û dengbêjî bihevre kirin yek û gotin. Dengê kemença wî ew qas cudabû li ku derê mirov seh kiriba dizanî ku ev dengê lêxistina Mirado ye.

      Mirado bi kemençe, çirokbêjî , stranbêji û dengbêjî ya xwe , textê hezkirina xwe di dilê gel de daye çêkirin. Mirado gava serpêhatî digot hêza gotinê bi hostatî afirand. Guhdarvan dixist nav çirokê û guhdarvan dikir hevalê lehêngê çirokê. Wisa bi pisporî serpêhatî digot , guhdarvan her wekî şanoyekê an ji filemekê temaşe bike. Mirov gava guhdarî çîrokên wî dikir xwe di nav serpêhatiyê de didît û li gel serlîstikvan dikeve nav çîrokê û bi hevre.  dikevin di nav serguzeştiyê. Bi hev re her tiştî jiyan dikin.

   Mirado bi dengê xwe yê nerm û xweşik evîn , mêrxasî û îxaneta kurdan gotiye. Bi strana fermanê serhildana mala Eliyê Ûnis vegotiye û dîrok , îxanet û lehengiya qewmê çiyayan bi kemença xwe û bi dengê nerm velorandiye.  Bi stran û destana Seyrê û Eliyê Memed û Seva Hecî û Mîr Mahmud evîna bêhempa bi guhdaran daye guhdarkirin.  Gele stran û serpêhatiyên bi vî awayî gotine. Dibe gelek kesan ev strana gotibin lê çi kesê wekî Mirado biseliqet û xweşik negotine. Tahma deng û awazê wî ji herkesê cudaye.

     Yê Mirado kirî Mirado hûner ,taybeti , şêwazê muzîka wî ye. Mirado li gorî wan mercên bêgav û astang de ji  hûnermendekî afirîner bû. Gelek berhemên nemr û hêja çêkirine. 

“Ziravê”, “Awirê Esmera”, “Keçikê bimeş bimeş”, “Werîn sêva”, “Sinemê”, “Çavê te xumalîne”, “Şaxa Delal”, “Fermane”, “Sînemê” ku miradê Kinê nivîsandiye û gotine .  Gelek stranên naskirî û naskirî hene. Stranên  wî ji aliyê gelek hunermendên Kurd ve, bi taybetî ji aliyê hûnermendên navdar ên Kurd ên weke Ciwan Haco û Şivan Perwer ve hatiye gotin.

        Mamosteyê Kemençe û dengbej Miradê Kinê ku xwediyê stîla herî orîjînal a muzîka kurdî ye ku evîn, dildarî, dîrok û bûyerên herêmê vedibêje, di 17ê Kanûna 1984an de koça dawî kir. Tevî ku 39 sal di ser wefata wî re derbas bûne jî hunera wî di dîrokê de cihê xwe girtiye.

     Çavkanî/Wikipedia org-Bernamegeh

Mehmet Gur

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
  Mehmet Gur nivîsî: Mîrê Kemençê Mirado

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *