Li Stenbolê polîsek hate kuştin

featured
Wêne TRT Haber
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê, şeva borî di pevçûnekê de polîsek hat kuştin. Her wiha di hamen pevçûnê de polîsek jî bi giranî birîndar bû.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, şevê din li navçeya Kagithaneyê di operasyonekê de bi ser navnîşanekê de girt.

Kesên li wê derê bi çekên lûledirêj û demançeyan êrişî polîsan kir û di navbera wan de şer qewimî.

Di pevçûnê de polîsê bi navê Hakan Tellî hat kuştin û polîsê bi navê A.Y.Ç. jî bi giranî birîndar bû.

Herwiha di operasyonê de gumanbarek hat kuştin û 4 jî hatin girtin. Yek ji gumanbarên ku hatiye girtin bi giranî birîndar e.

Daxuyaniya Walîtiya Stenbolê

Li aliyê din, Walîtîya Stenbolê li ser bûyerê daxuyanî da û ragihand: “Li ser giliyekî polîs çûne navnîşanekê û gumanbaran bi çekên lûledirêj û demançeyan êrîşî polîsan kir. Polîsên bi navê Hakan Tellî û A.Y.Ç. bi giranî birîndar bûn. Bi hatina polîsên din re operasyon hat kirin û kesê bi navê D.A. hat kuştin. Kesên bi navê O.A. bi birîndarî û G.D, K.T. û A.A. jî bi saxî hatin girtin. Hakan Telliyê ku birîndar bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û dermankirina A.Y.Ç. jî didome.”

Li gorî zanyariyan, hinek gumanbar jî ji cihê bûyerê reviyane (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Stenbolê polîsek hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *