Gelê Girava Reunionê mafê perwerdeya ziman bi dest xist

featured
Girava Reunion
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Fransa ragihand, zimanê Kreol ê girava Reunionê ku li Okyanûsa Hîndê dimîne, wê di dibistanan de bê fêrkirin.

Vekirina deriyê perwerdeyê ji bo vî zimanî, bi daxwaza civaka Reunionê pêk hat.

Wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê Gabrie Attal ji bo gotûbêja li ser vê mijarê çû Reunionê.

Attal di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya li giravê got, wê li dibistanan polên duzimanî bên vekirin.

Herwiha wezîrê Fransî soza perwerdekirina zêdetir mamosteyên zimanê Kreol da.

Li Reunionê li derdora 8, hezar mamoste hene û lê belê tenê ji sedî 5’ê wan mamosteyên Kreol in.

Reunion û ziman

Reunion di sîstema îdarî de parçeyeke Fransayê ye û departmaneke (parêzgeh) welêt e.

Kreol ji bilî rêvebirî, perwerde û karûbarên din ên fermî, di hemû astên civakî de tê bikaranîn.

Reunion giraveke li Okyanûsa Hîndê ye û li nêzîkî rojhilatê Afrîkayê ye.

Berfirehbûna giravê 679 km2 û nifûsa wê bi qasî 873,000 ne.

Zimanê fermî yê giravê Fransî ye lê digel vê jî ji 500,000 zêdetir kes bi zimanê Kreol diaxivin.

Zimanê Kreol

Reunion giraveke li rojhilatê Afrîkayê ye ku bi ser Fransayê ve ye. Piraniya nifûsa giravê ku ji 500,hezaran zêdetir e, bi zimanê Kreol diaxivin.

Kreol (bi Îngilîzî Creole /bi Fransî créole) di zanista lînguîstîkê de ji bo zimanên ku bi tevlîhevbûna çend zimanên din pêk tê, tê bikaranîn.

Kreoleya li Reunionê tê bikaranîn li ser bingeha Fransî pêk hatiye.

Bi riya koçên ji welatên Asyayê, gotinên ji zimanên Malagasî, Hîndî, Gûcaratî û Tamîlî tevlî wê bûye.

Xêncî ji van, gelek peyvên Portûgalî jî di nava Kreoleya Reunionê de cî digire. (Înfowelat)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelê Girava Reunionê mafê perwerdeya ziman bi dest xist

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *