Li girtîgehên Amedê dest datînin li ser klîmayên girtiyan

featured
Wêne: Wezareta Dadê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê YSP’ê Serhat Eren ku derbarê pirsgirêkên di girtîgehên Amedê de pirsname daye meclîsê da zanîn: “Dest danîne li ser klîmayan ku ji kantînan hatine kirin.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Amedê Serhat Eren, ji bo binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehên Amedê pirsiyarname pêşkêşî Parlamentoyê kiriye.

Erenî ji bo her yek ji Firtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1ê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmara 1ê, 2yê û 3yê ya Amedê pirsiyarname pêşkêş kirine.

Her weha daxwaznameyek daye Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Parlamentoyê û xwestiye mafên li heman girtîgehan tên binpêkirin lêkolîn bikin û parlamenter serdana wan girtîgehan bikin.

“Pirtûk û kovarên bi kurdî nadin girtiyan’

Serhat Erenî di pirsiyarnameyên xwe de behsa mafên ku hatine binpêkirin jî kiriye:

Çalakiyên civakî û mafên sporê yên girtiyan bi neheqî û kêfî tên astengkirin, girtî ji bo van mijaran daxwaznameyan dişînin Wezareta Dadê, Wezareta Dadê nivîsek ji girtîgehê re şandiye, lê girtîgehê tiştên hewce dike, pêk neaniye.

Digel ku qanûn destûrê dide, rojname û kovarên mixalif nadin girtiyan.

Xwarin ne zêde ne, çeşîdên wan kêm in û di nava şert û mercên gemar de amade dibin.

Bihayên tiştên li kantînan pir zêde ne û gelek tişt nînin.

Nameyên ku girtî dinivîsin, bi gotina “gumandar e” naşînin.

Ji ber stranên bi kurdî di lênûskên girtiyan de hene, dest datînin li ser lênûskan û ji ber van stranan cezayên disîplînê didin girtiyan.

Destûrê nadin ku girtî cil û bergên xwe bidin girtiyên din.

Destûrê nadin ku girtî beşdarî kûrs, kargeh û bernameyên girtîgehan bibin.

Kesên ku girtî dixwazin kesek bê serdana wan, navê wan di lîsteyê de dinivîsin, rêveberiya girtîgehê vekolîna wan navan dike û ev vekolîn heta salekê didome û gelek caran tên redkirin.

Pirtûk û kovarên kurdî nadin girtiyan (Mînak Dengê Araratê).

Dest danîne li ser klîmayan ku ji kantînan hatine kirin. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li girtîgehên Amedê dest datînin li ser klîmayên girtiyan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *