Derbarê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û du parêzerên di de bi îdiaya “gef li dozger xwarine” lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên Umît Akbiyik lêpirsînek dabû destpêkirin û di 25’ê nîsanê de li 21 bajaran biryara operasyonê dabû.

Di çarçoveya lêpirsînê de hejmarek zêde rojnamevan, parêzer, hunermend, siyasetmedar û welatî hatibûn desteserkirin. Dema îfadeyên desteserkiriyan li edliyeyê dihat wergirtin, hin parêzer têkildarî desteserkirina dirêj a li nezaretxaneyê bi dozger re hevdîtin kiribûn. Ji ber vê hevdîtinê derbarê van parêzeran de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ji ber ku li ber derê dozger sekinîne lêpirsîn hatiye vekirin

Lêpirsîn bi îdiaya “gef li dozger xwarine” der barê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren,  parêzer Bunyamîn Şeker û Gurbey Ozbey Oner de hat destpêkirin.

Bi hinceta ku îtîrazî şert û mercên deseteserkirî têde mane hatiye kirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Parêzerên Bunyamîn Şeker û Gurbet Ozbey Oner ên di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin jî bi îfadeya midûriyeta polîsan daxilî lêpirsînê hatin kirin. Şeker û Ozbey piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, bi hinceta li ber dozgeriyê rawestiyabûn ev yek wek sûc hat dîtin.

‘Min tişteke xerab negotiye’

Derbarê Serokê Baroyê Nahît Eren, Bunmyamîn Şeker û Gurbet Ozbey Oner jî derbarê dozger de bi hinceta “wezîfeya xwe xerab bikar aniye” serî li Desteya Dadger û Dozgeran dan û gilî kirin.

Serokê Baroyê Nahît Eren têkidlarî lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin de axivî û da zanîn ku wan şert û mercên xerab ên desteserkiriyan ji dozger re gilî kirine û di wan rojên operasyonê de gelek caran bi dozger re hevdîtin kirine û lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Nahît Eren anî ziman ku dozger bûyerê manîpule kiriye û dema wî hevdîtin kiriye gelek serokên baroyan jî li gel wî bûne û wî tiştek xerab ji dozger re negotiye. Eren destnîşan kir ku ji bo dozger kêmasî û bêûsûliyên xwe yên di çarçoveya lêpirsînê de piştperde bike xwe xistiye rewşa mexdûriyetê. Eren anî ziman ku di çarçoveya lêpirsînê de ji zêdeyî sedî kes hatibûn binçavkirin û tenê bi dozgerek lêpirsîn hatiye birêvebirin û desteserkirî 4 rojan li midûriyeta ewlekariyê hatin hiştin. Eren destnîşan kir ku dozger dixwaze hewldanên wan ên derbarê hevpîşe û miwekîlên wan de krîmînalîze bike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Derbarê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *