Galatasarayê bi gola deqîqeya dawîn deriyê turê li ber xwe vekir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Galatasarayê di pêşbirka ewil a tura play-offê ya Lîga Şampiyonan a UEFA’yê dê bû mêvanê  Moldeya tîma Norwêcê û bi gola ku di deqîqeya dawîn da avêt va reqîbê xwe 3-2 têk bir û avantajeke girîng bi dest xist.

Gokbazê Arjantînî Mauro Icardî di 3 pêşbirkên xwe yên fermî da 4 car gol avêtin.

Ji Galatasarayê gokbazê nava qadê Sergio Olîverîayê Portekîzî ku 31 salî ye piştî 85 rojan gol avêt û ji roja hatiye Galatasarayê heta niha 5 gol avêtine û di vê heyamê da jî gola xwe ya ewil avêt.

Di pêşbirkê da gola ku Galatasaray li hemberî reqîbê wê bi ser xist jî Fredrik Midtsjoyê ji Norwêcê avêt.

Pêşbirka rovanşê ya di navbera Galatasaray û Moldeyê da jî di 29ê Tebaxê da roja sêşemê li RAMS Parkê bê kirin û heke Galatasaray reqîbê xwe têk bibe û yan jî beramber bimîne wê bi ser keve. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Galatasarayê bi gola deqîqeya dawîn deriyê turê li ber xwe vekir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *