Muammerê 14 salî ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xwendekarê 14 salî yê bi navê Muammer Erdogan li navçeya Ebex ya Wanê dema ku ji dibistanê derdiket, di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Bavê wî Nîhat Erdogan, destnîşan kir ku kurê wî jiber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye û anî ziman ku ew ji hemû kesên berpisyarê vê qezayê gilîkar e.

Li navçeya Ebex (Çaldiran) a Wanê xwendekarê binavê Muammer Erdogan dema ku ji dibistanê derdiket ji ber îhmalkariyê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor îdîayan, servîsa perwerdehiya veguhestî (taşimali servîs) ku diviya di bin çavdêriya rayedarên dibistanê de, li nava baxçeyê dibistanê xwendekaran hilgire, li nava bajêr rêwiyen cihetir hilgirtiye û aliyê din yê rê, hemberî dibistanê rawestiyaye. Dema ku Muammer xwestiye biçe cem servîsê, hewl daye derbasî aliyê rê yê din bibe û wê çaxê din wesayîtek din de maye.  

Ajokarê wesayîta ku li zarok xistiye ji cihê qezayê reviyaye. Tevî vê rewşê hat îdîakirin ku, ambulansa li ber deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Çaldiranê jî ku 5 deqe dûrê cihê bûyerê bû, encax piştî 25 deqeyan gihiştiye cihê bûyerê.

Muammerê 14 salî ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye! - muammer erdogan 1
Muammer Erdogan

Li gel van îhmalkariyan hate gotin ku li Ebexê pisporên ewlehiya kar ku berpisyarê kontrolkirina servîsan ew in, encax mehê carekî van tên dibistanê û van servîsan kontrol dikin. Dîsa hat îdîakirin ku di dibistanên li Ebexê de ev demek dirêje ku kontrolkirina ewlehiya kar nehatiye kirin. Her wiha pêwîste hemû ajokarên ku karê servîsa dibistanê dikin, perwerdehiya ewlehiya kar bibînin, lê heta niha yek ji van kesan jî ev perwerdehî nedîtî ye.

 ‘Kurê min bûye qurbanê îhmalkariyê’

Bavê Muammer, Nîhat Erdogan got, kurê wî ji ber îhmalkariyan de jiyana xwe ji dest daye. Erdogan anî ziman ku diviya servîs li nava baxçeyê dibistanê de li benda xwendekaran bisekine, lê ew çûye aliyê din yê rê rawestiyaye. Erdogan, wiha pêde çû: “Kurê min ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye. Çi pêwîst be, ez ê bikim. Hate serê min, bila neyê serê tu kesî. Servîs, diviya nava baxçede li benda wan bisekine. Lê çûye aliyê din yê rê sekineye. Ev rêya diçe bajarên din e. Kurê min ji bo ku xwe bigihine servîsê derbasî aliyê din dibe û wê çaxê wesayitek li ser sûretê li wî dişe. Ajokarê wesayîtê kurê min wisa birîndar li cih hiştiye û çûye. Ev ajokar hatiye desteserkirin. Ez ji Midûriyeta Perwerdehiyê, Midûrê dibistanê û ajokarê servîsê gilîkar im.”

‘Ez ji hemû kesên berpisyar gilîkar im’

Erdogan, dibêje ku piştî qezayê agahî dane ambûlansê û îdîa dike ku ambulan direng hatiye. Di vê derbarê de wî axaftina xwe wiha domand: “Agahî dane ambulanse. Lê ew dereng hatiye. Di navbera cihê ambulans û qezayê de 5 deqe hene. Encax ew piştî 25 deqeyan gihiştiye cihê qezayê. Ger zûtir hatiba dibe kurê min rizgar bibe. Li vir îhmalkarî heye. Min serî li Midûriyeta Ewlekariyê daye. Ez dixwazim kesên berpisyar bêne darizandin.”

Şaxa Egîtîm Sen a Wanê: Me her tim hişyarî dida

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay jî diyar kir ku pêwîste servîsên girêdayî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê, xwendekaran li hundirê baxçeyê dibistanê hilgirin, lê ev nayê kirin. Atabay dibêje ku der barê bûyerê de lêkolînên wan didomin û wiha got: “Em ê li ser vê mijarê lêkolînan bikin. Ev demeke dirêj e em dibêjin ku di perwerdehiya veguhestinê de pirsgirêk heye. Me daxwazname her û her nivîsand. Divê hejmara xizmetan bê zêdekirin. Me got ku ajokarên seferê ne çavdêrî ne. Ji me re gotin ‘pirsgirêk nîne’ û encam ev e. Piştî lêkolîna xwe ya li ser mirina Muammer Erdogan em ê daxuyaniyekê bidin raya giştî.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Muammerê 14 salî ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *