Mustafa Avci: Hatina Erdogan wek karesatê dîtine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevşaredarê bajarê Mazin ê Wanê Mustafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye dîyarkirin, bertek nîşanê qeyum da ku di dema hatina Serokkmar Erdogan ya Wanê de bi şêweya ‘Kirîna rasterast’ bi bihayê 2 milyon û 400 hezar TL wesayît bo mitîngê kirê kirine. Avci di vê derbarê de got, “Wana hatina Erdogan wek karesatê dîtine lewma wisa kirine.”

Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Walî Ozan Balci ji bo mitînga Serokkomar RecepTayyîp Erdogan bi rêya îhaleyê bihayê 2 milyon û 400 wesayît kirê kirine û îhaleya vê kirinê jî bi şêweya ‘Kirîna raste rast’ pêk aniye. Li gor zagonê ev şêweya îhaleyê tenê dikare di demên karesat an jî rewşek lezgintîr de bê bikaranîn. Hat zanîn ku qeyûm, îhaleya kirêkirina wesayîtan bi bihayê 2 milyon 399 hezar û 256 lîreyan daye Çetîn Can ê AKP’î. Can jî ev îhaleye bi ser navê Şîrket Limîted a Veguhezkarî Înşaet Paqijî Îtxalat Îxracat Pîşesazî û Bazirganiyê ya ÇE-TA’yê wergirtiye. 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci ku li şûna wî ji aliyê Wezareta Navxweyî ve qeyûm hatiye dîyarkirin, ev rewş ji Serhat Newsê re nirxand.

Avci, got, “Qeyûm ji bo kirêkirina wesayîtan a 2 rojan di çarçoveya xala 21-b’yê de îhaleyek vekiriye. Li gor xala 21 benda B’yê ya qanûna îhaleyê, dema karesatek hebe û tu nikarî li benda îhaleyê bimîni, tu dikarî bi vî şiklî bê îhale kirin an jî kirêkirinê biki. Wana hatina Erdogan di vê çerçoveyê de, nexwe wek karesatekî dîtine, lewma bi vî şiklî tevgeriyane.”

‘Rejîma qayyûmê rejîma talanêye’

Avci, diyarkirina qeyûman wekî “Rejîma talanê” pênase kir wiha pêde çû: “Şaredarî hatina Serokkomar an ji hatina mêvan a dikarin pêşwazi bikin. Lê him Serokkomar e him serokê partîyekî ye.Hatina wi ya li wir ne ya Serokkomarêyî bû. Ev hatin ji bo partiyek siyasî bû. Bi navê Serokkomariyê lê ji bo xebata partiya siyasî hat. Li gor qanûnê Şaredarî nikare pêdiviyê partiyên siyasî fînanse bike. Li gor qanûnê ji bo îhaleyek wiha pêk bîne lazime an karesatek anjî tiştek din a lezgîn çê be. Wana ew xala qanûnê bikarananîye. Nîyeta wan belkî wisa nebe lê tiştê kirine encama xwe wê derdixe holê. Hatina serokkomar li Wanê wek felaket dîtine. Xala felaketê bi kar anîne.”

‘Wana hatina Erdoğan wek felaketekî dîtine’

Avci, xalên qanûna şaredariyan bibîr xist û wisa berdevamkir; “L gor Qanûnê dema îhalê çê bikin pêwîst e, sê teklîfa bidin lê wana dû teklîf dan e. Bi vî avayî qanûn binpêkirine. Yêk ji li gor wê qanûnê îhalê bê qebûl kirin ji ger 5 roja mafê îtîrazê hebe. Nikarin wê rojê şunda bi qedînî. 10’ê mehê îhale girtine û qebul kirine 11’ê mehê de ev pêdivî pêk anîne.”

‘Partîyek sîyasî nikare li ser şaredarîyê fînanse bike’

Avci destnîşankir ku nabe ku xebatên partiyên siyasî li ser şaredariyan bêne fînansekirin wiha domand: “2 mîlyon 400 hezar pere tenê minibus hatine girtin. Ji bo gel bînin mîtingê.Karekî Şaredariyê wina tuneye. Hezar 448 mînîbus di şevekê de çawa têne kirêkirin. Nayê zanîn ku ka ev mînîbûs hatine bikaranîn an na, lê belê em dizanin pereyê wan hatiye dayîn. Em wana binêrin her tişt bi avayekî bêrêtî hatiye kirin. Emê vê mijarê bişopînin. Dayîreya 33’emîn ya Sayiştayê di vê mijarê de bi hejmar 364 biryarek mînak daye. Li gor wê biryarê dibêje serokkomar hat. Mêvanê we dikarin bên. Lê nabêje hûn dikarin mîtingekî wan re organîze bikin. Vana tenê bo veguhestinê 2 milyon 400 hezar TL dane. Ne tenê ev e. Ji bo poster al, xwarin û wexwarin ê jî lêçûyîn kirine. Li gor belgeyan em dinêrin, derdora 4 milyon nîv pere ji şaredariyê derketiye. Em bawerin lêpirsînek were kirin, ew ê giştî bê tazmînkirin.”

‘Gel nikare nanê hişk bikere’

Her wiha Avci, derbirî ku di demekî ku gel di nava xîzaniyê de difetise ev lêçûyîn hatine kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Gel nikare nanê zuha jî bistine. Gelê me bo ku bikare nanê şevî bistîne dikeve rêzê. Kes nikare êdî ji mala xwe de derkeve. Şaredarî divê vê revşê bibîne û çavkanî ji bo vê rewşê bikarbîne. Lê diçe ji bo partîyên siyasî xerc dike. Eve nayê qebûl kirin. Loma em ji ber vê dibêjin rejîma qayyumê rejima talanê ye. Pişta xwe dide gel çavkanîya giştî ji bo desthilatdariyê kar tîne. Li alîyê darazê de çi ji destê me were em ê bikin. Gelê me jî dikare mafê xwe yê qanûnî di vê derbarê de bikarbîne.”

Ji sedî 95, gel ji ber vê rewşê neraziye’

Di berdewamiyê de, Avci, anî ziman ku li Wanê pirsgirêkên gelek lezgîn hene da ku bêne çareserkirin û wekî mînak jî pirsgirêkên mexdûrên erdheja Elbakê ku di sala 2020’an de li wir karesat qewimû bû da nîşandan. Avci, axivî; “Di encama erdheja Elbakê de gelek mirov perîşan bûn. Li gore wê qanûna xala 21 a û benda B yê ji bo wê karê çavkanîyê xwe bi kar bîne. Lê bo mîtinga partîyê bi kar tîne wê jî bi avayekî bêrêtî dike. Şirketê nêzikê AKP-MHP tenê teklîfê dide û ev werdigire. Hefteyekê di nava esnafan de geriyan. Ji sedî 95, gel ji ber vê rewşê neraziye. Li gor vê tespîta me, çi bike bila bike, ew dê biçe.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mustafa Avci: Hatina Erdogan wek karesatê dîtine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *