1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Neteweyên Yekbûyî biryara Talîbanê şermezar kir

Neteweyên Yekbûyî biryara Talîbanê şermezar kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), jiber ku zanîngeh ji jinan re qedexe kiriye rêveberiya Talîbanê şermezar kir.

Civata Ewlekariyê ya NY ku ji 15 endamên wê hene, bi yek dengî ragihand ku ew qedexeyên rêvebirîya Talîbanê nîşan dide ku li Afganistanê rêza bo maf û azadîyên bingehîn roj bi roj xirab dibe.

‘Ev binpêkirina mafê mirovan e’

Sekreterê Giştî NY’ê Antonio Guterres jî ji Twitterê dîyar kir ku ew qedexe binpêkirina mafên mirovan in û zirarê didin gelên Afganistanê.

Rêvebirîya Talîbanê hefteya borî zanîngeh li jinan qedexe kiribû û zarokên keç jî ji Adarê vir ve nikarin herin lîseyê. Her wiha bi van qedexeyan li Afganistanê, jin nikarin di sazîyên sîvîl de jî bixebitin.

Hin sazîyên sîvîl yên li Afganistanê dixebitin bi daxuyanîyeke hevbeş dîyar kirin ku ew nikarin bêyî xebatkarên jin karên xwe bimeşînin û bang li Talîbanê kirin ku dawî li qedexeyan bîne. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Neteweyên Yekbûyî biryara Talîbanê şermezar kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *