1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Reformîstê Îranî Ebulfezil Qediyanî: Rejîm tê hilweşandin

Reformîstê Îranî Ebulfezil Qediyanî: Rejîm tê hilweşandin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Siyasetmedar û reformîstê Îranî Ebulfezil Qediyanî dibêje rêya yekane ya rizgariya gelên Îranî, hilweşandina rejîmê ye û rejîm tê hilweşandin.

Siyasetmedar û reformxwazê navdar yê Îranê Ebulfezil Qediyanî bi zimanek tund rexne li rejîma Îranê bi taybet jî Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî kirine.

Qediyanî bilêv kiriye ku kesê li dijî xwedê tawan (Sûç) kiriye Xamneyi bi xwe ye û wiha axivî: “Kesê ku, dijî xwedê tawan kiriye Xamneyiye ne welatiyên ku, jiber zilim, zordarî, giranî û bêkariyê dest bi çalakiyan kirin e.

‘Rejîm naxwaze guhertinan bike’

Li gor nûçeya Kurdistan TV’yê Qediyanî, eşkere kiriye ku, xelkê Îranê li dijî dîktatoriya rejîmê, zordarî û rewşa nebaş ya jiyanê dest bi çalakiyan kiriye û wiha domand: “Rejîm naxwaze guhertinan bike, di rastî de rejîm naxwaze guhertinan bike û ti guhertinek ku, rejîm bike ji xelkê re nabe bersif. Lewre rêya yekane ya rizgariya gelên Îranî, hilweşandina rejîmê ye û rejîm tê hilweşandin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Reformîstê Îranî Ebulfezil Qediyanî: Rejîm tê hilweşandin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *