1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Parêzer Kaya: Tu delîlên bibin sedema dayîna vî cezayî tune ye

Parêzer Kaya: Tu delîlên bibin sedema dayîna vî cezayî tune ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parêzêr Sabahatin Kaya, derbarê êrêkirina cezayê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekîr Kaya, de got ku, di dosyaya muwekîlê wî de ti delîlên berbiçav tunebûne û ew bi îfadeya “Şahidê nepenî” hatiye girtin.

Çend roj beriya niha Dadgeha Bilind cezayên ji 13 sîyasetmedarên Kurd ku Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya jî di nav de bû erê kir. Li gel Kaya, Cuneyet Canîş, Nezahat Erguneş, Halîs Çakir û MEtîn Adûgît 8 sal û 9 meh, li Mehmet Şîrîn Yildiz, Mûrat Dûrmaz, Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan, Mîhrîban Şah û Dervîş polat 7 sal û 6 meh û li Hacer Sarihanê jî 6 sal û 3 meh ceza hatibû birîun. birîbû. Her wiha Dadgeha Bilind 8 sal û 3 meh cezayê ku di Kanûna 2021’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Bekir Kaya hatibû birîn jî erê kiribû.

Parêz Sabahattîn Kaya, derbarê cezayê ku li muwekîlê wî Bekir Kaya hatiye birîn de, destnîşan kir ku tu delîlilên bibin sedema dayîna vî cezayî tuneye û da zanîn ku miwekîlê wî li ser îfadeyên “şahidên nepeni” hatiye girtin.

‘Ew rehîneyên siyasî ne’

 Di nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê weşandiye de, Kaya diyar kir ku ne tenê Bekir Kaya, li vî welatî bi rêya daraza ketiye bin tesîra siyasetê li hemû kesên muxalifê desthilatê ceza tê birîn û got, pir aşkere ye ku meqamên darazê pir dûrî bêalîbûnê ne. Di berdemiyê de Kaya ev tişt gotin: “Cezayên tên dayîn tu eleqeya wan bi hiqûqê û darzandineke adil re tune ye. Heyetên dadgehan ên di bin tesîra desthilatê de tên çêkirin bi salan ceza li siyasetmedaran dibirin. Lewma meriv dikare ji bo Kaya û hevalên wî bibêje ‘rehîneyên siyasî’ ne. Darizandina hat kirin ew qas formalîte ye ku tu dibêjî qey bi lîstikê dilîzin. Bawer nakim ku li tu dereke cîhanê tiştekî wiha hebe.”

Kaya bilêv kir ku ji dîrokê ve dewlet ji bo siyasetmedarên kurd bitepisîne û wan bi xwe ve girêbide saziyên darazê bi akr tîne û got, desthilata AKP’ê jî bi heman fikirê hereket dike.

‘Ji bili axaftinan di dosyayê de tiştek tune ye’

Herwiha Kaya derbirî ku, miwekîl Kaya bi avayekî derhiquqî hatiye darizandin û wiha got: “Bekir Kaya ji ber xebatên xwe yên di dema şaredariyê de hatiye darizandin. Ji ber endamê partiyeke siyasî bû, ji ber axaftinên xwe yên di mîtîngan de û axaftinên xwe yên bi gel re hat cezakirin. Ji xeynî vana di dosyeya Bekir Kaya de tu tiştek tune ye. Heyeta dadgehê dixwest hîn bêtir ceza bide, lê di dest wan de delîleke ku ceza bibirin tune bû. Ji ber vê îfadeyên şahidên veşarî xistin dewrê. Ew şahidên veşarî kî ne, çi karî dikin kes nizane. Tu tiştekî şahidên veşarî ne rast e. Tenê ji bo ceza bê dayîn dadgehek hat sêwirandin. Kesên van îfadeyên veşarî didin xebatkarên taybet ên dewletê ne.”

 ‘Ewê hesab bidin’

Derbarê îfadeyên şahidên nepende jî Kaya, amaje dike ku di pêşerojê de ev dadgerên ku bi avayekî derhiqûqî ceza dane li ber darazekî bê alî wê hesab bidin û wiha domand: “Lewre bi îfadeyên şahidên veşarî cezabirîn nîşaneya herî rezîl, herî genî û herî qirêj a pratîka daraza vî welatî nîşan dide. Yanî hesabê ‘keviran bi ser yekî de gêr bikin’ bi xwe ye. Mesela di dosyeya Bekir Kaya de şahidê nepen dibêje, ‘pere ji rêxistinê re şandiye.’ Çawa şandiye? Pereyê ji şaredariyê re tê diyar e û wê demê maliyeya şaredariyê tê vekolandin, lê di warê pereyan de tu windabûyînek tune ye. Dadgeh pereyê tam ê di qaseya şaredariyê de esas nagire, lê radibe îfadeya şahidê nepen esas digire. Heya niha di vî warî de delîlek, belgeyek jî nehatiye pêşkeşkirin. Helbet delîlên rasteqîn li hesabên heyeta dadgehê nayên. Daraz bi vî awayî sûc dikin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parêzer Kaya: Tu delîlên bibin sedema dayîna vî cezayî tune ye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *