Parlamenterê CHP Kiliç aqûbeta hêkên kanserojen ji Wezîrê Çandiniyê pirsî

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamentera CHP’ê Sevda Erdan Kiliç aqubeta hêkên bi madeyên kanserojen ji Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli pirsî.

Di hêkên ku Taywanê ji Tirkiyeyê kirîbûn de madeyên kanserojen hatibûn tesbîtkirin.

Parlamentera Partiya Gel a Komarî (CHP) Sevda Erdan Kiliçê, aqûbeta wan hêkan ji Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahim Yumakli pirsî.

Tirkiye, wekî gelek kelûpelên din hêkan jî difiroşe welatên din.

Daîreya Derman û Xorakan a Taywanê, 20ê Tîrmehê ragihand ku di nav 127 ton hêkên ji Tirkiyeyê hatine hawirdekirin de madeyên kanserojen hatine tesbîtkirin. 

Daîreya Derman û Xorakan a Taywanê, amaje pê kir ku wan ew hêk careke din li Tirkiyeyê vegerandine. 

Sevda Erdan Kiliçê derbarê vê mijarê de pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Kiliçê aqûbeta wan hêkên bi madeyên kanserojen ji Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli pirsî.

Kiliçê amaje bi wê yekê da di nav wan hêkên ku ji Taywanê re hatine şandin de madeya kanserojen a qedexekirî ya bi navê “nîtrofuran”ê hatiye tesbîtkirin.

“Bi belgeyan derket holê”

Sevda Erdan Kiliçê da zanîn ku nîtrofuran li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin û got:

“Nîtrofuran ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanan ve hatiye qedexekirin. Piştî ku bûyer hat rojeva ragihandinê Wezareta Çandinî û Daristanan lêkolîn da destpêkirin.

Bi belgeyan derket holê ku ew kompanyaya hêk şandine Taywanê li Îzmîrê ye.

Tevî ku mehek derbas bûye bêdengiya Wezareta Çandinî û Daristanan xelkê nîgeran dike.

Em bang li Wezareta Çandinî û Daristanan dikin ku derbarê vê mijarê de bi lez daxuyaniyekê belav bike.”

“Çi bi wan mirîşkan hat?”

Parlamentera CHPyê li ser pêvajoya berhemanîna wan hêkan jî wiha got:

“Hatiye diyarkirin ku di wan hêkan de derketina madeyên kanserojen ji ber xwedîkirina wan mirîşkan bi madeya nîtrofuranê çêbûye.

Watei, wan ev made daye mirîşkan û ji ber vê yekê jî di nav hêkan de hatiye destnîşankirin.

Baş e çi bi wan mirîşkan hat?

Wezareta Çandiniyê dibêje derbarê wan hêkan de lêkolîn hatiye destpêkirin lê gelo di dema borî de wê kompanyayê mirîşkên bikanser şandine bazara navxwe?

Gelo rê hatiye dayîn ku welatî wan hêkan bixwin?”

“Çawa dikare karê xwe bidomîne?”

Parlamentera CHPyê eşkere kir ew kompanyaya ku hêkên bi madeyên kanserojen hinardeyî Taywanê kirine hîn jî çalak e, berhemanînê dike û got:

“Ev fîrmaya ku diyar bûye xoraka bi kanserejon berhem tîne çawa dikare karê xwe bidomîne? Haya xelkê Îzmîrê ji tişktekê nîne.

Taywan berhemê fîrmaya Îzmîrê nakire lê ew fîrma dikare berheman bifiroşe xelkê Îzmîrê.”

“Çi bi wan hêkan hat”

Sevda Erdan Kiliçê li ser mijarê cih da van pirsan jî:

“Çi bi wan 127 ton hêkan hat ku Taywanê ji Tirkiyeyê hawirde kiribûn û Daîreya Xorak û Dermanan a Taywanê di nav wan de madeyên kanserojen tesbît kiribûn?

Gelo ev hêk hatine teslîmkirin?

Eger hatibin teslîmkirin ev teslîmî kîjan kompanyaya berhemhêner hatine kirin?

Wezareta Çandinî û Daristanan çawa çavdêriya wan 127 ton hêkan kiriye û gihiştiye çi encaman?”

Li aliyê din, Tirkiye salane zêdeyî hezar û 200 ton hêk berhem tîne û bi vê yekê li seranserê cîhanê di rêza sêyem de ye.

Bi hinardeya hezar ton hêk jî di hinardeya hêkan de welatê duyem e.

Tirkiye, beşeke zêde ya wan hêkan hinardeyî Herêma Kurdistanê, Îraqê û welatên cîran dike. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê CHP Kiliç aqûbeta hêkên kanserojen ji Wezîrê Çandiniyê pirsî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *