Îstixbarata Amerîkayê: Balafira Prîgojîn bizanebûn hatiye xistin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Îstîxbarata Amerîkayê, îdîa dike ku balafira damezrînerê Koma Wagnerê Yevgeny Prîgojîn û 9 kes tê de bûn, di encama “teqîneke bizanebûn” de hatiye xistin.

Li gor nûçeya Rûdawê, rayedarên Amerîkayî û rojavayî yên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, li ser nirxandina îstîxbarata destpêkê ya têkildarî ketina balafira Prigojin de, daxuyanî da.

Rayedaran îdia kir ku balafir di encama “teqîneke bizanebûn” de hatiye xistin, lê derbarê sedema teqînê de agahî nedan.

Li aliyê din di nirxandina îstîxbaratê de hat destnîşankirin ku Putîn ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestiye û wî bal kişandi ye ser “şaşiyên cidî” ên Prîgojîn.

Di vê navberê de Berdevkê Pentagonê Mîrlîwa Pat Ryder derheqê mirina Prîgojîn de daxuyanî da çapemeniyê.

Ryde destnîşan kir Amerîka bawer dike ku Prîgojîn hatiye kuştin û wiha domand: “Li gorî nirxandina me ya ewil a ku em dispêrin faktorên curbecur îhtimal heye ku Prîgojîn hatibe kuştin.”

Li gorî hinek angaştan, Balafira Yevgeniy Prîgojîn a taybet ji bejahiyê ve bi mûşekan hatiye xistin.

Pat Ryder got ku ti agahiyeke vê îdiayê piştrast bike tune.

Li aliyê din, Ryder li ser îdiaya ku di balafirê de bombeyek teqiyaye jî ti şîrove nekir.

Herwiha Serokê Amerîkayê Joe Biden, di 23’ê Tebaxê de li Kalîforniyayê, bi  ser pirsa rojnamegeran a wekî “Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn li pişt vê bûyerê ye an na?” wiha bersivandibû: “Li Rûsyayê kêm tişt hene ku Putîn tê de nebe, lê belê zanyariyên min ên ku ez bersiva vê zanibim hîn tunin.

Nizanim bê di qezaya balafirê ya li Rûsyayê de çi qewimî lê ez matmayî nemam.”

Çi bûbû?

Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê di 23yê Tebaxê ragihandibû ku li herêma Tverê di encama ketina balafireke taybet de 10 kes mirine.

Di balafirê de damezrînerê Koma Wagnerê Yevgeny Prîgojîn jî hebû.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îstixbarata Amerîkayê: Balafira Prîgojîn bizanebûn hatiye xistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *