Saziyên zimanê Kurdî: Divê di heyama nû de hemû mafên ji bo Kurdî bêne bikaranîn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tevî nêzîkbûna heyama nû ya perwerdehiyê saziyên zimanê Kurdî daxwaz kirin ku di heyama nû ya perwerdehiyê de hemû mafên ji bo Kurdî bêne bikaranîn.

Li Tirkiye di heyama nû yê perwerdehiya 2023-2024’an de jî, mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî tenê wek dersa bijarde heye û Kurd ji maf û derfetên ku zarokên xwe bi Kurdî bidin perwerdekirin bêpar in. Lê kar û xebatên ku ji bo maf û derfetên Kurdî tên kirin jî berdewam dikin.

Çalakvan û rêveberên saziyên zimanê Kurdî, balê dikşînin ku mafê zarokên Kurdan e ku bi zimanê xwe perwerde bibin, lê hem derfetên fermî û hem jî mafên zimanê Kurdî gelek qels in û divê êdî hemû alî xwe ji vê rewşê berpirs bibînin.

Saziyên zimanê Kurdî: Divê di heyama nû de hemû mafên ji bo Kurdî bêne bikaranîn - Perwerdehiya zimane zikmaki

Li gor nûçeya Kurdistan 24’ê, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî  diyar kiriye: “Ev meseleya ziman pirsekî mafên mirovî ye, pirseke kesayetî û hebûnê ye. Herkes dixwaze bi zimanê xwe perwerde bibe û Kurd jî dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin. Di vî warî de jî divê dewlet û saziyên dewletê jî û heta partiyên muxalefetê jî divê piçekî çalak bin. Hinek partî hene ku carina piştgiriyê didin, lê ne gelekî bi sistematik û bawerî li ser vê meseleye disekinin. Li aliyê din jî li parlamentoyê parlamenterên Kurd ku payîzê parlamento vebe dê biçin jî dvê çalak bibin. Ne ku tenê  pêşniyaran bidin û wisa bihêlin, divê bixwe jî bi Kurdî biaxivin.”

Saziyên zimanê Kurdî: Divê di heyama nû de hemû mafên ji bo Kurdî bêne bikaranîn - Serefxan Ciziri
Şerefxan Cizîrî

Rêvebirên saziyên ziman û çalakvanên zimanê Kurdî bal kişandin ku dersên bijarde yên Kurdî maf û derfeteke kêm e ku ji bo Kurdî hatiye nasîn û divê hemû Kurd bi baştirîn awayî wî mafî bikar bînin. Dîsa bal tê kişandin ku divê derfetên perwerdehiya taybet jî Kurd baş bikar bînin.

Rêveberê HezKurdê Bariş Celalî jî di heman mijarê de hin nirxandin parve kirine û wiha gotiye: “Kurd êdî dikarin dibîstanên xwe yên taybet ji dibîstana seretayî heta zaingehan, mufredatên wan jî bi Kurdî ve bikin. Lê karsaz û dewlemendên me, kesên xwedan samanên me di vî warî de bi rastî piçek xemsar in. Divê kesên dewlemen, xwedî derfet û samanan yên Kurd jî destê xwe bixin biin kevir û mil bidin van xebatan.”

Saziyên zimanê Kurdî: Divê di heyama nû de hemû mafên ji bo Kurdî bêne bikaranîn - Baris Celali
Bariş Celalî

Li Tirkiyê hefteyekî bi şûn de heyama nû yê perdehiya îsal destpê dike. Çawa ku li dibistanan amadekarî tê kirin, li bajarên Tirkiyeyê jî hezkiriyên Kurdî amadekarî dikin ku di vê heyamê de heta bikarin zarokên Kurd bigihînin Kurdî da ku bi zimanê xwe perwerde bibin û fêr bibin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Saziyên zimanê Kurdî: Divê di heyama nû de hemû mafên ji bo Kurdî bêne bikaranîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *