Parlamenterê HDP’ê Dede: Li ber deriyê xwe hatine kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede derbarê kuştina ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin ku çend roj beriya niha li ser sînorê Colemêrg û Herema Federal a Kurdistanê hatibû kuştin de got, “Ev kesên hatine kuştin ne tenê li ser sînor; li ber derîyê mala xwe û li ser erdê xwe jî hatine kuştin.”

Ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin ku 21 salîbû di 16’ê Nîsanê de li ser sînorê bajarokê Rubaroka Colemêrg û Herema Kurdistana Îraqê de hatibû kuştin. Li gor malbatê, Tahsîn ji alîyê leşkerên Tirkîyê ve hatiye kuştin û herwiha di dema bûyerê de du hevalên wî xwe ji gulebarandinê rizgar kirine. Herwiha heta niha Walîtîya Colemêrgê têkildarî bûyerê de tu daxuyanî ji raya giştî re eşkere nekirine.

‘Bi neçarî bazirganiya sînor dikin’

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Sait Dede ku derheqê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman destnîşan kir ku Yalçin wekî gelek ciwanên heremê bi neçarî bo debara malê, bazirganiya sînor kiriye û niha ew hatiye kuştin.

Yalçin di berdewamiyê de wiha axivî: “Gelê Rûbarokê û başurê Kurdistanê xizmên hevdu ne. Jiber vê yekê hatin û çûyîna wan zêde ye. Ji alîyê din ve jî li her derê Rûbarokê qedexe hene. Ciwan giş bêkar in loma jî neçarî hin caran ji sînor derbazî alîyê din dibin û bo debara xwe hin tiştan tînin û difiroşin. Ev tişt jî yan 2 kîlo şekir, kîloyek çay an jî kartonek cigarê ye. Qerekolên Tirkîyê yên li her du alîyê sînor jî ji vê rewşê agahdar in. Lê, mixabin wek cezayê binpêkirina sînor wan qir kirine.”

‘Mirovên me di nava zeviyên xwe de tên kuştin’

Ev kesên hatine kuştin ne tenê li ser sînor; li ber derîyê mala xwe û li ser erdê xwe jî hatine kuştin. Li vê derê mirovên me di nav zevîya xwe de, ber derîyê xwe, li nava sûkê jî tên kuştin. Ji 2016’ê heta 2022’an 3 jê zarok 17 kes ji alîyê leşkeran ve hatin kuştin û 17 kes jî bîrîndar bûne. Hin ji van kesan dema ji sînorê derbaz dibin hatine kuştin, lê di qanûnên Tirkîyê de binpêkirina sînor ne kuştine. Di bûyerên wiha de herî zêde leşker dikare wan desteser bike û wan derxe pêşberî dadgehan.”

‘Di bingehê de pirsgirêka kurd heye’

Dede herwiha gazincên xwe yên ji ber necezakirina berpirsên kuştinan jî anî ziman û got ku di bingeha van bûyeran de pirsgirêka Kurd heye û wî parast ku heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, kuştinên li ser sînoran jî bidawî nabin.

Komela Mafên Mirovan (IHD) ragihandibû ku di 2020’an de li ser sînorên Tirkîyê 51 kes hatine kuştin. Li Colemêrgê jî ji 2016’an vir ve 3 ji wan zarok 17 kes ji hatine kuştin.

Serhet News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê HDP’ê Dede: Li ber deriyê xwe hatine kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *