Parlamenterê HDP’ê hat desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê yê berê Turgut Oker li Enqerê hat desteserkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Stenbolê yê berê Turgut Oker, li navçeya Çankaya ya Enqerê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat desteserkirin.

Hat hînbûn ku Oker, bi ser biryara Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hatiye desteserkirin û piştî kar û barên li Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê, dê wîderxin pêşberî dadger.

Biryar ji aliyê dadgeha Semsûrê ve hatiye dayîn

Dadgeha Semsûrê, bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” derbarê Oker de biryara desteserkirinê dabû. Oker piştî karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Navçeya Çankayayê dê bo dadgehê bê şandin.

Oker, heyama 25. Parlamenterê Stenbolê yê HDPê bû û damezrêner û serokê Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê bû. Oker herwiha serokatiya Navenda Çandê ya Elewî ya Hamburgê jî kiribû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê HDP’ê hat desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *