Parlamenterên AKP’ê yên Wanê ji bajêr bêxeberin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di hilbijartinên 2018’an de li Wanê ji HDP’ê 5 û ji AKP’ê 3, giştî 8 parlamenter hatin hilbijartin. Tevî hebûna 8 parlamenteran hejmara pêşniyarnameyên ji meclîsê re hatine şandin, eleqeya parlamenteran ya li hemberî bajêr jî derxistiye holê.

Li Tirkiyeyê hilbijartinên giştî wê di 18’ê Hezîrana 2023’an bêne lidarxistin. Xebatên partiyên siyasî yên bo hilbijartinê jî berdewam dikin. Di hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de li Wanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5 parlamenter û ji Partiya Edelet û Pêşvçûnê (AKP) jî 3 parlamenter hatibûn hilbijartin.

Parlamenterên AKP’ê yên Wanê qet pêşniyarname nedane

Di hilbijartinan de ji HDP’ê Muazzez Orhan Işik, Tayip Temel, Bedîa Ozgokçe Ertan, Murat Sarisaç û Sezaî Temellî wekî parlamenter hatin hilbijartin. Ji Abdulahat Arvas, Osman Nurî Gulaçar û Îrfan Kartal jî ji AKP’ê hatin hilbijartin.

Bedîa Ozgokçe Ertan, bo ku bibe namzetê Şaredarê Bajarê Mezîn ê Wanê di 2019’an ji parlamenteriyê îstifa kir.

Tevî ku demek kêm bo hilbijartinên 2023’an maye, me hejmara pêşniyarnameyên ji aliyê parlamenterên Wanê ve ji meclîsê re hatine şandin lêkolîn kir.

Parlamenterên HDP’ê ji sala 2018’an vir ve 987 pêşniyarne dane

Di sala 2022’an de 293 pêşniyarname ji meclîsê re hatine şandin û ev tev yên parlamenterên HDP’ê yên Wanê bûne. Parlamenterên AKP’ê yên Wanê li gor vê qet pêşniyarname nedane. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê ji sala 2018’an vir ve 987 pêşniyarname dane meclîsê. Di sala 2022’an de jî parlamenterên HDP’ê 293 pêşniyarname dane meclîsê. Li gor vê; Tayîp Temel 8, Murat Sarisaç 48 û Muazzez Orhan Işik 237  pêşniyarneme dane meclîsê.  

Pêşniyarnameyên parlementerên HDP’ê bêbersiv man

Parlamenterên HDP’ê di pêşniyarnameyên xwe balkişandine ser mijarên wekî parastina Gola Wanê, rewşa girtiyên nexweş, qetilkirina jinan, mudaxaleya polîsan li hemberî rojnamevanan ya di dema çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştî de, bo vekirina navenda tenduristiyê ya malbatê li navçeya Artemêta û pirsgirêkên tenduristiyên yên navçeya Qelqeliyê pêşniyarname dane.

Tê dîtin ku di sala 2022’an de ji 293 pirsên wekîlên HDP’ê 153 ji wan piştî muhletê hatin bersivandin, ji 40’î û ji 507’an jî nehat bersivandin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterên AKP’ê yên Wanê ji bajêr bêxeberin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *