Parlamentoya Almanyayê hewl dide komkujiya Êzidiyan nas bike

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlementoya Federal a Almanyayê wê çend roj din bo nasîna komkujiya Êzidiyan wê civîneke taybet lidar bixe. Ev komkujî heta niha di 11 parlamentoyan de hatiye nasîn.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Parlamentoya Federal a Almayayê di 19’ê Çile de, wê bi armanca giftûgokirina komkujiya li dijî Kurdên Êzidî civînek taybet lidar bixe.

‘Pêngava Almayê gelek girîng e’

Di civînê de vê dengdan li ser nasîna komkujiya Êzidiyan weke ‘genocide/qirkirin’ were pêkanîn. Li gor nûçeya Kurdistan TV’yê di vê derbarê de Berpirsê Karûbarên Êzidiyan ya Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Kurdistanê Siûd Misto ragihandiye ku, ev pêngava Almanyayê gelek girînge û eger komkujî weke qirkirinê were nasîn vê gelek encamên baş hebe jiber ku, li Almanyayê nêzî 300 hezar welatiyên Êzidî dijîn.

Misto herwiha eşkere kiriye ku, heta niha 11 welatên cîhanê jî komkujiya Êzidiyan weke qirkirinê qebûl kirine.

Çi bûbû?

Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êriş li Şengalê kiribû û bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kiribûn. Bi hezaran welatiyên ji destê DAIŞ’ê revîyabûn Çiyayê Sîncarê, gelek ji wan ji ber tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabûn. .

DAIŞ’ê  bi hezaran jin û zarokê Êzidî jî ji bo koletiyê bi wan bidin kirin revandibûn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamentoya Almanyayê hewl dide komkujiya Êzidiyan nas bike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *