Penaber jiber şert û mercên nebaş ji navendê reviyan e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Osmaniye  komek penaber jiber şert û mercên xerab ji navenda starkirinê ya damkî reviyan. Piştî ku penaber ji vir reviyan hin nijarperestan dan pey wan û tê îdîakirin, cendirmeyan jî gule berdaye ser wan.

Li gor zanyariyan şeva derbasbûyî li navendeke demkî ya penaberan a li bajarê Osmaniye 34 koçberên ku piraniya wan Efxanî bûn têlbendên wê navendê birîne û reviyane.

Piştî belavbûna nûçeyê hejmareke zêde nijarperestên li vî deverê li kolanan ketine pey wan penaberan da ku wan desteser bikin û radestî hêzên ewlekariyê bikin. Lê li gor dîmenên li ser medya civakî belav bûne di dema desteserkirinê de bi hestê nijadperestî êrîşî wan penaberan dikin û dibêjin wan naxwazin.

Herwiha Walîtîya Osmaniye jî têkildarî mijarê de daxuyaniyek belav kir û got, 35 penaberan xwe ji ser telbendên navenda demkî re avêtine û reviyane, lê tîmên cendermeyan 24 ji wan careke din destser kirine.

Walîtî, herwiha dibêje li navenda demkî ya penaberan rewş hatiye kontrolkirin û bo destserkirina 11 penaberên din jî lêkolîn berdewam in.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Penaber jiber şert û mercên nebaş ji navendê reviyan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *