Pêvajoya hilbijartinê dê çewa birêve biçe?

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Meclîs betal kir û biryara hilbijartinê wergirt. Ev biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin û kete meriyetê. Li gor biryarê hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê dê 14’ê Gulanê roja Yekşemê bêne pêkanîn.

Desteya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) teqwîma pêvajoya hilbijartinê eşkere kir. Li gor vê roj bi roj pêvajoya hilbijartinê dê wiha rêve biçe.

Peywirdarên cemaweriyê yên ku dixwazin bo parlamenteriyê bibin namzet, divê heta 16’ê Adarê ji peywira xwe îstifa bikin.

YSK pêvajoya hilbijartinê wê di 20 an jî 21’ê Adarê bide destpêkirin. Dibe ku ji ber erthejê ev dem biguher e.

Partiyên siyasî yên ku koma wan di meclîsê de heye û her wiha partiyên ku di hilbijartinên dawî de ji sedî 5 deng wergirtine dê bikaribin ji 21’ê Adarê şûn ve namzetên xwe diyar bikin. Di heman demê de welatiyên ku bo namzetiyê 100 hezar îmze kom kirine jî dê di heman dîrokê de bikarin serdana xwe bikin.

Lîsteyên hilbijêran di 22’yê Adarê de wê derkevin ser asqiyê û pêvajoya îtîrazê jî wê dest pê bike.

Partiyên siyasî dê bikarin herî dawî heta 26’ê Adarê bo namzetê xwe yên serokkomariyê serlêdan bikin.

Lîsteya demkî ya namzetên serokkomariyê wê 30’ê Adarê bê weşandin.

Lîsteyên hilbijêran di 1’ê Nîsanê de wê ji ser asqiyê were xwarê û dema lêpirsîna kutika hilbijêrên derveyî welat, dê bidawî be.

Lîsteya teqez ya namzetên serokkomariyê wê 2’yê Nîsanê bê eşkerekirin.

Di 3’yê Nîsanê de dê bo diyarkirina cihê namzetên serokkomariyê ya li ser pusulayên dengan de xebat bê destpêkirin.

Welatiyên ku bo namzetiya serokkomariyê 100 hezar deng berhevkirinê wê bikaribin heta 5’ê Nîsanê ji YKS’ê re serlêdan bikin.

Lîsteyên namzetên parlamanteran wê di navbera 8 – 10 Nîsanê de ji YSK’ê re bêne radestkirin.

Cihê partiyên siyasî û tifaqan ya li ser pusulayên dengan di 9 Nîsanê de dê bê diyarkirin.

Kutikên hilbijêran yên nava welat û derveyî welat,di 11’ê Nîsanê de dê bên teqezkirin. Di 15 Nîsanê de jî lîsteyên demkî yên namzetên parlamenteriyê dê bên weşandin û di 15 Nîsanê de jî dê lîsteyên teqez yên namzetê parlamenteran bê weşandin.

Di 27’ê Nîsanê de wê li derveyî welat dengdayîn destpê bike û di 9’ê Gulanê de jî bi dawî bibe.

Serbestiya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê jî di 4’ê Nîsanê de wê destpê bike.

Namzetên serokkomariyê li ser radyo û televizyonê di 7’ê Gulanê de dê axaftinên xwe yên propagandayê bikin. Dengdayîna li deriyên sînoran jî wê 9’ê Gulanê bi dawî be.

Di 14’ê Gulanê de jî hilbijartin dê bêne pêkanîn û hilbijêr dê biçin ser sindoqan. Di gera ewil ya hilbijartina serokkomariyê de namzetê ji sedî 50+1 deng wergirtiye dê wekî serokkomar bê diyarkirin. Ger tu namzetan nekarî di gera ewil de vê rêjeyê dest bêxin, dê gera duyan ya hilbijartina serokkomariyê di 28’ê Gulanê roja Yekşemê bê lidarxistin. Di gera duyan ya hilbijartina serokkomariyê de namzetê ku herî zêde deng wergirtine dê bibe 13’emîn Serokomarê Tirkiyeye.

(Dîken-Gazete Duvar)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pêvajoya hilbijartinê dê çewa birêve biçe?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *