Piştî astengkirina weşanê ji DW’yê daxuyanî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî ku weşana Voice of America (Dengê Amerîkayê) û Deutsche Welle (DW) li ser daxwaza RTUK’ê bi biryara dadgehê li Tirkiyê hat astengkirin, DW’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. DW’yê destnîşan kiriye ku ji ber girtina lîsansê tê wateya ku dê RTUK bikare mudaxileyê naveroka editoryal bike serlêdana lîsansê nekirine

 Bi hinceta ku lîsans ji Tirkiyê wernegirtine, Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê daxwaz kir ku weşanên Voice of America (Dengê Amerîkayê) û Deutsche Welle (DW) ya Almanî bêne astengkirin. Li ser vê daxwazê dadgehê biryar da ku weşanên van saziyan li Tirkiyê bêne astengkirin.

DW: Emê serî li rêyên qanûnî bidin

Gerînendeyê Giştî yê Rêxistina Medyayê ya Navneteweyî ya Elmanyayê- Deûtsche Welle (DW) ku bi 32 zimanan weşanê dike Peter Lîmboûrg di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di ragihandinên me yên berfireh de, her wiha di sohbetên me yên şexsî yên bi serokê daîreya çavdêrîya medyayê ra, me rave kir ku çima DW nikare serî li lîsanseke bi vî rengî bide. Wek mînak, medyaya lîsansê ya li Tirkiyê mecbûr e ku naveroka online a ku RTUK’ê neguncaw dibîne jê bibe. Ev rewş ji bo saziyeke çapemeniyê ya serbixwe nayê qebûlkirin. DW wê li dijî astengkirina ragihandinê ya niha tê sepandin wê serî li rêyên qanûnî bide.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Piştî astengkirina weşanê ji DW’yê daxuyanî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *