1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Serokkomar Erdogan: Swêdê heta niha 3-4 kes radest kirine

Serokkomar Erdogan: Swêdê heta niha 3-4 kes radest kirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokomar Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniyek bo çapemeniyê de balkişand ser hevpeymana di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê û got, “Heta niha Swêdê bi tewanbariya terorê 3-4 kes radest kirine.”

Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, nimêja Înê li Uskudara Stenbolê kir. Erdogan piştî nimêşê di derketina mizgefta Hz Alî de derbarê rojevê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Erdogan, li ser peymana ku di navbera Tirkiyê,  Swêd û Fînlandê hatiye îmzekirin de diyar kir, dibe ku ji van her du welatan hinek kesên ku “tawanbarên terorê” ne werin radestkirin û got, “Swêdê 3-4 kes radest kirin.”

‘Soz dane me’

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de, têkildarî desteserkirina kesên “Bi tohmeta terorê” de wiha got, “Niha di vê mijarê de soz hatin dayîn. Mînak Swêd dê 73 terorîstan bişîne cem me. Niha 3-4 terorîst şandine lê ev têrê nake. Helbet Wezareta Dadê, Wezareta Derve, Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MIT) dê ji nêz ve wan bişopîne û dê bêjin wan ji me re bişînin. Ev hemû daxwazên me ne, heger neyên cibicîkirin çi pêwîst be em dê bi rêya sazî û rêxistinên xwe bikin.”

Operasyonên leşkeri

Herwiha Erdogan, bo operasyona muhtemel a li dijî Bakurê Suriyê de jî ev tişt gotin:  “Her tim li ser vê mijarê daxuyaniyeke min heye, em dikarin şevekê ji nişka ve werin.”

Ji bilî vê Erdogan li ser operasyonên di nav axa Herema Federal a Kurdistana Iraqê de jî hin nirxandin parvekirin û diyar kir tu leza wan bo bidawî kirina van operasyonan tuneye û operasyon wê bidomin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokkomar Erdogan: Swêdê heta niha 3-4 kes radest kirine
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *