Piştî hilbijartinê gelo hilbijêrên kîjan partiyan ji ber dengên ku dane poşman in?

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gorî anketa Metropollê herî zêde hilbijêrên Partiya Zaferê, HDP/YSP, ÎYÎ Partî û AK Partiyê, di hilbijartina serokkomariyê de ji ber dengên ku dane, poşman in.

Şîrketa Lêkolînê ya Metropollê, encamên anketa ku di navbera 15 û 19’ê Tîrmehê de, li gel hezar û 746 kesan re kiribû, eşkere kirin.

Di anketê de ji beşdarvanan pirsa “Hûn ji ber bikaranîna dengê xwe yê di hilbijartina dawî ya serokkomariyê de poşman in?” hat kirin.

Li gorî encaman ji sedî 22,4’ê xelkê poşman e, ji sedî 72,8ê xelkê ne poşman e û ji sedî 4,8ê xelkê jî nêrîna xwe eşkere nekiriye.

Herî zêde hilbijêrên Partiya Zaferê, HDP/YSP, ÎYÎ Partî û AK Partiyê ji ber dengên ku dane poşman in.

Piştî hilbijartinê gelo hilbijêrên kîjan partiyan ji ber dengên ku dane poşman in? - F3GM1o3W0AAs2C4

Li gor partiyan rêjeyên poşmanbûnê wiha ne:

AKP: Ji sedî 22,5 poşman, ji sedî 74,9 ne poşman

CHP: Ji sedî 19,9 poşman, ji sedî 79 ne poşman

MHP: Ji sedî 20,9 poşman, ji sedî 77,7 ne poşman

ÎYÎ Partî: Ji sedî 24,8 poşman, ji sedî 78,6 ne poşman

HDP/YSP: Ji sedî 26,2 poşman, ji sedî 72 ne poşman

Refah: Ji sedî 24,7 poşman, ji sedî 78,6 ne poşman

TÎP: Ji sedî 20,8 poşman, ji sedî 75 ne poşman

Zafer: Ji sedî 37,1 poşman, ji sedî 62,9 ne poşman

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Piştî hilbijartinê gelo hilbijêrên kîjan partiyan ji ber dengên ku dane poşman in?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *