Li Herêma Kurdistanê 5 leşkeran jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Parastinê ragihand ku di “Operasyona Pence-Kilîdê” de li Hêrêma Kurdistanê 5 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Parastinê bi daxuyaniyekê ragihand ku li devera “Operasyona Pence-Kilîdê” ku dikeve nav axa Herêma Kurdistana Federal a Iraqê, PKK’ê li dijî leşkeran çalakiyek lidar xistiye.

Wezaretê, berê diyar kiribû ku di çalakiyê de 3 leşkerên bi navê Fatîh Ugur Altinbaş, Ugur Ozdemîr û Kemal Ozek jiyana xwe ji dest dane û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya herî dawî, her du leşkerên bi navê Mahmut Uçdag û Ozkan Lale yên birîndar jî di nexweşxaneyê de jiyan ji dest dane û bi vî avayî hejmara leşkerên mirî derketiye 5’an.

Artêjê 17’ê Nîsana 2022’an li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên li Herêma Kurdistanê li hembeî PKK’ê operasyonek leşkerî ya bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” dabû destpêkirin û hêj jî ev operasyon li cihên navborî berdewam dikin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Herêma Kurdistanê 5 leşkeran jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *