Esad: Ez li gor şertên Erdogan hevdîtinê nakim

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad têkildarî hevdîtina bi Serokkomar Erdogan re wiha got: “Ez li gor şertên Erdogan hevdîtinê nakim”

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, ji SKY News Arabia re axivî û têkildarî hevdîtinên bi Tirkiyeyê re hin nirxandin kirin. Esad, pirsa “Gelo hûn dê bi Erdogan re hevdîtinê bikin?” jî wiha bersivand: “Ez li gor şertên Erdogan hevdîtinê nakim. Ez ê li gorî şertên ew dixwaze pê re hevdîtinê nekim.”

Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan li ser hevdîtina li gel Esad gotibû: “Deriyê me ji Sûriyeyê re ne girtiye, derî vekiriye. Em dê hevdîtinê bikin. A girîng helwesta wan a li hemberî me ye.

Niha mixabin Esed dixwaze Tirkiye ji bakurê Sûriyeyê derkeve. Ev ne pêkan e, ji ber ku em li wê derê şerê terorê dikin. Ma dikare ji welatekî din re heman tiştî bêje? Em li hêviya helwêsteke dadmend in. Eger helwêsteke dadmend hebe em dê hemû mijaran çareser bikin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Faysal Mikdad jî gotibû: “Ji bo hevdîtina Esed û Erdogan divê artêşa Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê vekişe. Heta Tirkiye li ser axa Sûriyeyê dagirker be, peywendiyên me bi Enqereyê re asayî nabin.”

Hêjayî gotinê ye ku hevdîtinên asayîkirina peywendiyên Sûriye û Tirkiyeyê par bi navbeynkariya Rûsyayê dest pê kiribûn.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Esad: Ez li gor şertên Erdogan hevdîtinê nakim

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *