AKP’ê dê kongreya awarte lidar bixe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cîgirê Serokê AKP’ê Hamza Dag ragihand ku dê Cotmeha îsal kongreya awarte ya partiyê li dar bixin û hinek guherînan bikin.

AKP, dê 7’ê Cotmeha 2023’an kongreya awarte li dar bixe û di rêveberiya partiyê de gugerînan bike.

Cîgirê Serokê AKP’ê Hamza Dag derbarê kongreya partiyê û hilbijartinên xwecihê de ku dê Adara 2024’an bêne lidarxistin ji çapemeniyê re axivî.

Dag wiha got, “Eger pirsgirêkek dernekeve em dê 7’ê Cotmehê de kongreya xwe li Hola Werzîşê ya Girtî ya Enqereyê bikin. Di demekê de ku rikeberên me nîqaşên guherînê dikin, em ji bo hilbijartinên xwecihî pêngavan davêjin.

Berbijêr dê serê meha Cotmehê derkevin qadê. Destpêkê dê berbijêr bên diyarkirin û piştre dê pêvajoya kampanyayê dest pê dike.”

Hamza Dag di berdewamiya axaftina xwe de derheqê pirsgirêkên aborî de jî got, “Pirsgirêka aborî heye û destpêkê divê mijara enflasyona bilind bê çareserkirin.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AKP’ê dê kongreya awarte lidar bixe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *