Gultan Kişanak, bo cenaze anîn Xarpêtê

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Gultan Kişanaka ku ji sala 2016an ve girtî ye îro li Xarpêtê beşdarî cenazeyê xwîşka xwe Zeynep Ozerê bû.

Zeynep Ozera xwişka Gultan Kişanakê ev demek e ku ji ber nexweşiya gurçikan çareseriya bijîşkî werdigirt.

Zeynep Ozerê doh li Nexweşxaneya Xarpêtê koça dawî kir.

Kişanak di bin tedbîrên ewlehiyê de tevli merasîmê bû

Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, îro di bin çavdêriya hejmareke zêde ya cendirmeyan de ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê birin Xarpêtê.

Kişanak, li Cemxaneya Ehlîbeytê beşdarî merasîma cenazeyê xwişka xwe bû.

Parlamentera YSPyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu, parlamenterê berê yê Dêrsîmê Alican Onlu û serokê berê yê Baroya Amedê Cihan Aydin jî beşdarî şîna Zeynep Ozerê bûn.

Kişanak ji 30ê Çiriya Pêşîn a 2016an ve hatiye girtin û ji wê demê ve li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê girtî ye.

Bavê Kişanakê jî 7ê Tebaxa 2021ê koça dawî kiribû û Kişanak wê demê jî beşdarî merasîma bixakspartina bavê xwe bûbû.

Herwiha piştî koça bavê wê birayê wê Cumalî Ozer jî canê xwe ji dest dabû. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gultan Kişanak, bo cenaze anîn Xarpêtê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *